Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya

Greva birçîbûnê ya 3 rojan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi xwendina daxuyaniyê qediya. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiya Leyla Guven mîraseya berxwedana hevalên li girtîgehan mîna Mezlûm Dogan, Mihemed Xeyrî Durmuş, Sakîne Cansiz, Serok Apo û gelek hevalên din e.

Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
Greva birçîbûnê ya li Helebê qediya
11 kanûn, 2018   18:18

HELEB

Kongreya Star li  taxa Şêxmeqsûd a Helebê  beriya 3 rojan bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Berxwedan jiyan e, em ê perala Îmralî hilweşînin"  grava birçîbûnê dabû destpêkirin. Bi jin ketinbûn grevê.

Di roja sêyemîn a dawî ya grave de, nûnerên MSD, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk, Hêzên Parastina Civakê, Hêzên Asayîşê, Tevgera Çand û Hunerê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Mala Êzidiyan û Dîwana Edaleta Civakî serdana çalakgeran kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Kesên axivîne bal kişandin li ser polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê yên li derve û hundirî welat, bi taybet li dijî Efrînê û bang li raya giştî û rêxistinên mirovî kirin ku erka xwe pêk bînin û sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deynin û Abdullah Ocalan azad bikin.

Her wiha Ekîpa Aştiyê ya Jinên Sûriyeyê ya Helebê jî serdana konê çalakiyê kirin. Endama ekîpê Cîhan axivî û got: "Jin bingeha jiyanê ye, greva birçîbûnê ya li taxa Şêxmeqsûd gaveke nû ya xeta berxwedanê ya jinê ye. Çalakiya we cihê serferaziyê ye asta fikrê azad û ronakbîrî diyar dike."

Cîhan di axaftina xwe de hêviya serbestberdan Leyla Guven kir û çalakger muxteb girt û got: "Em hêvî dikin ku hûn xebatên diyarkirina dîmenek ronîdar ne tenê ya jina Kurd lê belê hemû jinên cîhanê bidomînin. Hûn ji bo jinan mînak in û em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin."

Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Endama Komîna "Şehîd Şîlan" Nesrîn Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

'Bi navê jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê em tecrîda giran ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerê mafên hemû gelên bindest û bi taybet doza jinê hatiye ferzkirin şermezar dikin. Ocalan ji bo ku bibe xwedî vînek xurt û fiker azad tê dikoşe.

Berxwedana Leyla Guven mîrata berxwedana hevalan li girtîgehan mîna Mezlûm Dogan, Mihemed Xeyrî Durmuş, Sakîne Cansiz, Serok Apo û gelek hevalên din e. Wan hevalan li hember stemkariya pergalên ku dixwazin civakê tune bikin bi lehengî li berxwe dane û em ê bi têkoşîna xwe hewldanên dijmin têk bibin.

Em bang li hezkiriyên azadiyê li cîhanê dikin ku piştgiriya berxwedana Leyla Guven bikin û dengê me bighînin Leyla Guvenê. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û demokratîk dikin û dibêjin gelo wijdana mirovahiyê ya ku di xewê de ye ji qêrînên gel û binpêkirinên der heqê mirovahiyê de li Efrîn û li girtîgehan der heqê girtiyên siyasî û seroka Apo de li ku derê ye?.'

(şx)

ANHA