Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin

Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê ya li bajarokê El-Mensûr dewreya perwerdeyê ya  duyemîn bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb dewreya perwerdeyê ya duyemîn qedandin
11 kanûn, 2018   17:00

TEBQA

Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a li bajaroka El-Mensûra ya rojhilatê Tebqayê beriya 30 rojan dewreya perwerdeyê ya duyemîn bi navê "Şehîd Îsra Silêman" dabû destpêkirin. 31 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên jin tev li dewreyê bibûn. Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî, leşkerî û rêbazên parastinê hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Hevserokatiya Komîteya Hundirîn a Teqayê Mezlûm Umer û Betûl El-Mihemed, hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, endamên Komîteya Jin a Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Tebqa û Reqayê beşdarî merasîma derçûnê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê dest pêk kir. Paşê endama rêveber a Komîteya Hundirîn a Reqayê Xaliye Hemûd axivî û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir. Xaliye pêwîstiya bicihanîna endaman şarezayên ku fêrbûne li ser erdê destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Betûl El-Mihemed tekez kir ku wê akademî wek minbera perwerdekirina kadroyên ku civakê li ser bingehên rast pêş bixin bimîne. Her wiha baweriya xwe bi hêza jinê di rêvenbirina civakê de anî ziman.

Piştî bi dawîbûna axaftinan endaman sond xwarin û bawernameyên derçûnê wergirtin. Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Endamên ku tev li dewreyê bûne ji herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ne.

(şx)

ANHA