Rêwîtiyek di girtîgehên çeteyan de û kaxeza 'Serbestberdanê' ya Kujer!

Ciwanekî ku ji girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî xilas bûye, çîroka girtinê û serbestberdana wî li bermaberî pere,  deteyên rêwîtiya xwe di girtîgehên çeteyan de û çawa girtî rastî îşkenceyê tên vedibêje. Her wiha behsa kaxeza 'Serbestberdanê' ya ku çeteyan di bin navê wê kaxizê de kuştina sivîlan di bin îşkenceyê de vedişêrin kir.

Rêwîtiyek di girtîgehên çeteyan de û kaxeza 'Serbestberdanê' ya Kujer!
11 kanûn, 2018   05:20

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Ciwanê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji bajarê Babê ye û 20 salî ye. Destpêka meha Tebaxê ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatiye girtin û beriya çend rojan hatiye berdan. Ciwanê 20 salî deteyên tartiya bûyerên ku li girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tên eşkere dike.

Ciwanê bi navê E.M.B, ji ber metersiya ser jiyana malbata xwe ku niha li bajarê Babê nexwest navê xwe eşkere bike û niha li bajarê Minbicê bi cih bûye.

Ciwanê ji bajarê Babê serpêhatiye girtina xwe ya ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker wiha vegot: "Beriya cejna qurbanê ji bo hindek kar ez çûm bajarê Babê. Ez di gelek bendên kontrolê re derbas bûn lê tu pirsgirêk dernekt. Dema ez gihaştim cihê xwe komek bi navê 'polîsa leşkerî' ez girtim û birim girtîgeha bajarê Ezazê û wê demê kesek bi navê 'Ebû Yezen El-Colanî' yê ji Colanê rêveberiya girîteghê bû."

Di girtîgehan de şert û mercên dijwar û îşkenceya hovane

Ciwanê bi navê E.M.B. serpêhatiya xwe wiha domand: "Dema ez xistim girtîgehê ez tazî kirim û 7 saetan di joreya ferdî de mam. Piştre min veguhestin girtîgeha giştî. Ew girtîgeh dibistan bû di texmîna min de dibistana pîşeyî ya Ezazê bû. Di jêrzemînê dibistanê de dimam. Girtîgeh dabeşî 9 nivîngehan(mehcai) bibû yan jî zêde ez nizanim, ji ber ku di girtîgehê de bi çav girêdayî em dihatin veguhestin."

Li gorî gotinên E.M.B. di her nivîngehekê de 5 an jî 6 kes di cihekî teng de diman. Her yek ji bajarên cuda ne da ku hev du nasnekin û dema yek derket agahiyan nede derve.

E.M.B. di cihekî qirêj de û di di nav şert û mercên dijwar de rojên destpêkê derbas dike.

Piştî 3 rojan çeteyan dest bi rêzefîlma îşkenceyê dikin. E.M.B. çîroka wan rojan wiha anî ziman: "Piştî 3 rojan cara yekê min îşkence dikin. Destên min kelepçekirîbûn û çavên min girtîbûn. Dema ez dibirim odeya îşkencekirinê li min didan wê demê tişta ku çavên min pê girêdabûn ser rûyê min daket û min li ser çonkê dan rûniştandin û bi destê min yê çepê li kaxezekê dan mohrkirin. Dema kaxez didan hev du hema bi quncika çavê xwe min lê nêrî li ser kaxezê kiribûn 'Serbestberdan'."

Piştî ku çeteyan bi darê zorê kaxez bi E.M.B didin mohrkirin, dest bi lêpirsînê dikin. Di vegotina çîroka xwe de E.M.B bi bîr xist ku çeteyê bi navê 'Ebû Udey El-Humsî' yê ji bajarê Hûmsê ye û kesek din ji Idlibê ku navê wî nayê bîra wî E.M.B îşkence dikirin.

E.M.B wiha domand: "Ez îşkence kirim û bi endamtiya DAIŞ'ê ez tewanbar kirim. Lê min ew tuhme red kir. Piştre li temenê min pirsîn, dema min got 20 e, gotin çawa tu diçî bajarê Minbicê?, ez ji pirsa wan matmayî mam û min ji wan re got:Tu nizanî ku Minbic di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de ye û bi darê zorê ciwanan tev li nav refa xwe dike?."

Bi redkirina E.M.B. ji tewanên çeteyan re, asta îşkenceyê û tuhme zêde dibin. Armanc jê ew b[ ku wî di bin îşkenceyê de neçar bikin ku bi tewanekî ku nekiriye bidin îtirafkirin.

Ciwan diyar kir ku çeteyan piştî roja yekemîn ji îşkenceyê bi gotina tenê bi wî saetek heye da ku li xwe mikûr were gef lê xwarine û wiha domand: "Piştî derbasbûna muhleya ku dane min, carek din ez îşkence kirim û min vegerandina girtîgeha giştî. Wê demê û şûnde rojê 3 caran, sibehê, êvarê û piştî êvarê min îşkence dikirin. Piştî 3 rojan ji îşkenceyê tuhmeta endamtiya DAIŞ'ê li min dan, lê dîsa jî min ew tuhmet red kir. Heya 10 rojan ez di bin îşkenceyê de mam. Çeteyan hemû şêwazên îşkenceyê bi kar anîn, bi çûyekî ku bi navê (El-Herwanê ) tê naskirin, bi dest kelepçekirî û çav girêdayî û ser çongê li min didan, lê dîsa jî negihaştin armancên xwe. "  

Îşkenceya hovane hişt ku ez tewanan qebûl bikin

Piştî derbasbûna 10 rojan ji îşkenceyê vê carê çeteyan rêbazeke din bi kar anîn ku E.M.B neçar bikin ku tewanên li dijî wê qebûl bike. Vê carê E.M.B bi sîxûrtiya QSD'ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tewanbar kirin û îdia kirin ku ew tê herêmê û wêneyan dikşîne û hindek şahidê karê wî jî hene. Ruxmî ku E.M.B xwest ku şahîdan bibîne lê wan daxwaza wî red kirin û îşkencekirina E.M.B berdewam kirin.

E.M.B serpêhatiya xwe wiha domand: "Piştî 15 rojan, di nîvê şevê de min derxistim û dest bi îşkenceyê bi kehreb û kirin. Êdî hêza min a tehemulkirinê nema bû, ji lew re ez neçar mam tewanên wan qebûl bikim û min got hûn çi dixwazin binivîsin û îşkenceyê rawestînin. Wê demê di rapora lêprisînê de nivîsandin ku ez endamê DAIŞ'ê bû û piştî ku DAIŞ'ê hilweşî ez tev li QSD‘ê bûm û ji bo girtina agahiyan ji gundewarê bakur min sîxûriya QSD'ê kiriye."

E.M.B piştî nivîsandina tewanan di dosyaya lêpirsînê de 20 rojan di girtîgeha Ezazê de dimîne, ji bo ku şûnên îşkenceyê nemînin û piştre ew veguhestine girtîgeha Babê.

Her tişte ji bo pere

Piştî mehek li ser tewanên ku li Ezazê hatine nivîsandin, dîsa E.M.B di lêpirsînê re derbas dikin. Ruxmî ku E.M.B hemû îdiayên ku di raporê de hatibûn nivîsandin red dikir û ji wan dixwest ku bi hinek kesên li Babê re bipirsin da ku piştrast bibin ku E.M.B sivîl e lê dîsa jî ew vedigerînên girtîgehê û zêdetirî mehekê lê dimîne.

Di berdewama vegotina xwe de E.M.B wiha got: "Piştî derbasbûna mehek û nîv, ji bo serbestberdana min, çeteyan ji malbatê hezar lîreyên Tirkiyê xwestin û îdia kirin ku ev pere vedigere sindûqa dadgehê. Miqdara pere ku ji malbata min xwestine li gorî girtiyên din kêm bû. Ji ber ku ji hindek girtiyan 30 hezar lîreyên Tirkiyê xwestibûn."

Dema E.M.B tê girtin çeteyan nasname û hemû tiştên wî yên kesayetên ji biribûn. Piştî ku serbest tê berdan ji çeteyan tiştên xwe dixwaze, lê çete destpêkê înkar kirin paşê îdia kirin ku winda bûne û niha bê nasname ye.

Di gotinên xwe de E.M.B destnîşan kir ku li hemû navendên çeteyan alê Tirkiyê yên biçûk hene. E.M.B dibîne ku çeteyan ji bo destekê bidin aboriya Tirkiyê pereyên serbestberadan kesên ku hatine revandin bi lîreyên Tirkiyê dibin.

Didome….

(şx)

ANHA