ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.12.2018
11 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Ronak Edalet ku li Bakurê Kurdistanê şehîd bibû û şervanê YPG‘ê Şêx Îbrahîm ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanekî ku ji girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî xilas bûye, çîroka girtinê û serbestberdana xwe ya li bermaberî pere, deteyên rêwîtiya xwe di girtîgehên çeteyan de û çawa girtî rastî îşkenceyê tên vedibêje. Her wiha behsa kaxeza 'Serbestberdanê' ya ku çeteyan di bin navê wê kaxizê de kuştina sivîlan di bin îşkenceyê de vedişêrin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Mirai Şibilî girîngiya danûstaninên Sûrî-Sûrî  destnîşan kir û got: "Wekî gelê Sûriyê em dizanin çawa pirsgirêkên xwe çareser bikin û dawî li êşa xwe werînin, danûstandinên ku em banga wê dikin niştimanî ne, dikare destûreke demokratîk ku mafê hemûya mîsoger bike amade bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirdayîna çalakiya grava birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya grava birçîbûnê li bajarê Dêrikê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek jinên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku berxwedana Leyla Guven berxwedaneke pîroz e û gotin ew piştgiriya Leyla Guven dikin da daxwazên wê bi cih werin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Jin a Şaredariya Gel a herêma Tebqayê bi armanca pêşxistina aboriya xweser û peydakirina derfetên kar amadekariyên vekirina firneyek şêraniyê dike.

ÇAND Û HUNER

-Behcet Ehmed ê 65 salî di wêneyên ku xêz kirina balê dikşîne li ser berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê ya li hemberî têknîka pêşketî ya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di rewşên koçberbûnê de hewcederiya herî pêwîst xwarin û cih e. Lê şêniyên Efrînê ew hewcedarî derbas kirine. Şêniyên Efrînê ji tunebûnê hêvî û jiyan diafrînin. Şêniyan bi armanca belavkirina zanistê û çanda xwe pirtûkxaneyek vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl didin êş û azarên şêniyên Efrînê bi taybet zarokan wergerînin berhemên hunerî. 'Dişawat' navê kurtefîlmekî ye ku çîroka rêwîtiya zarokek Efrînê heta gihaştiye taxa Şêxmeqsûd vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Hesekê ku malên şwan li qiraxa çemê Ceqceqê ne metirsiyên xwe ji ber bilindbûna asta ava anîn ziman. Ji aliyê xwe ve şaredariyê ragihand ku wê tedbîrên pêwîst bi vê mebestê girtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA