Di girtîgehên Tirkiyeyê de binpêkirinên mafan

Hin kesên ku demên berê di girtîgehên herî xeternak ên dewleta Tirkiyeyê de mane, binpêkirinên ku di girtîgehan de têne kirin parve dikin û diyar dikin ku bi hezaran kes bi tawanên ne di cih de hatine girtin, bêyî ku rêxistinên mirovî hesab ji Tirkiyê  bixwazin.

Di girtîgehên Tirkiyeyê de binpêkirinên mafan
10 kanûn, 2018   08:11

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Îro duşemê li sersanserî cîhanê salvegera 70‘an a Roja Cîhanî ya Mafan tê pîrozkirin. Sala 1948‘an ango piştî şerê cîhanê duyemîn gelek welatên cîhanê li paytexa Franasa Parîsê belgeya ragihandina vê rojê wekî Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan îmze kirin.

Di gelek girtîgehên dewletên cîhanê de aqûbeta bi hezaran girtiyan ne diyar e. Dewleta Tirk di lîsteya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya sala derbasbûyî ya der barê binpêkirinên der heqê girtiyan de û îşkenceyên fîzîkî û cinsî de di rêza pêşîn de cih girt. Li gorî rêxistinê ji bilî vê yekê jî gelek dadgeh di derxistina biryara girtina cezayan de ne adil in.

Dîsa jî guman li ser pêkanîna bendên belgeya navdewletî ku zêdetirî 50 zimanan hatine zîvirandin hene. Di serî de li Tirkiyeyê hikumeta desthilatdar sala borî de bi tawana şanoya derbeya binkeftî ya 2016‘an 90 hezar karmend ji kar sekinandin, her wiha zêdetirî deh hezaran jî avêtin girtîgehan û li aliyekî aqûbeta bi sedan kesî ku ji herêmên bakurê Kurdistanê hatine derxistin, ne diyar e.

Kesên ku demên berê di girtîngehên Tirkiyeyê de mabûn, dibêjin welat veguheriye girtîgeheke mezin. Girtîgeh jî mîna dojeh û binerdên ji xwînê ne, hemû muxalîfên siyaseta hikumetê bi taybet kesên Kurd di her kêliyekê de bi bihaneyên cuda îhtîmal e werin girtin, bêyî ku komîteyên çavdêr an jî yên têkildarî mafên mirovan hebin.

Girtiyek serpêhatiya xwe parve dike

Fadil Mele Xelîl ji gundê Helinc ê bajarê Kobanê ye û 27 salî ye. Fadil bi mebesta kar û xwedîkirina malbatê diçe bakurê Kurdistanê. Xelîl dibêje ew bi tawana ku Kurd e û terorîst e bê sûc û sedem hate girtin û wî dibin girtîgeheke herî xeternak a Tirkiyeyê.

Fadil ku di sala 2017‘an de tê girtin û piştî çend mehan tê berdan, wiha dibêje: "Dema hatim girtin, ez matmayî nemam ji ber ku ez siyaseta Tirkiyeyê an jî ya dewletê dizanim. Ez birim gireke nediyar, ji min pirsîn li rojavayê Kurdistanê çi diqewime, fermandarên ku wan herêman bi rê ve dibin kî ne. Gotin her tiştî ji me re parve bike. Bi rastî tu agahiyên min li ser van pirsan tune bûn. Lê gorek kolandibûn û demançe xistin serî min û gefa kuştinê li min xwarin. Min ji wan re got tiştek li gel min nîn e, ez ji we re bibêjim, lê min îşkence kirin, li hemû bendan li min dan, paşê ez avêtim girtîgeha navendî ya Rihayê.”

Fadil ku 8 mehan di girtîgehê de dimîne, wiha didomîne: "Di rojnameyeke Tirkî de ya ser bi muxalefetê ve hatibû gotin ku hejmara girtiyên Kurd di girtîgehên dewleta Tirk de derketine 300 hezarî. Di girtîgehê de gelek Kurdên Rojava hebûn. Em rastî her cure îşkencekirinê bi taybet îşkenceya bi kehrebeyê hatin. Yek rojê rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî nehatin û girtîgeh neşopandin."

Xala (1) a belgeya mafê mirovan dibêje "Her mirovek azad tê dinê û di maf û rûmetê de wekhev in. Hemû mirov xwedî mêjî û wijdan in û divê mîna bira nêzî hev bibin."

Li gorî xalên (5) û (10) jî "Nabe mirov werin îşkencekirin, cezakirina tundî û n mirovî. Her mirovek bi rûmet e û navê rûmeta wî were binpêkirin û hemû mirovî wek hev in."

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî destpêka salê raporek der barê girtina rojnamevan û siyasetmendaran li Tirkiyeyê belav kir û gotibû Tirkiye bi tawana ku propagandaya PKK‘ê dikin rojnamevan û siyasetmedaran digire û diyar kiribû ku biryarên Tirkiyeyê ne di cih de ne.

Mihemed Keram bi sedema ku wêneyên YPG‘ê li gel wî hatin dîtin, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve hate girtin û 3 mehan di girtîgeha navendî ya Rihayê de ma.

Mihemed li ser vê mijarê wiha dibêje: "Ji ber ku ez Kurd im ez girtim. Gelek kes mîna min di girtîgehan de ne. Gelek ji wan bi tawana ku li stranên kurdî guhdar dikin, an jî wêneyên cilên kurdî di telefonên wan ên destan de hene, yan jî bi zimanê kurdî diaxivîn, hatin girtin û têne girtin. Dema em girtin, hin zilamên ewlehiya Tirkiyeyê heqaret li me kirin, ji me re gotin hûn terorîst in, pir ez îşkence kirim. Lê ez dibînim ku rêxistinên ku qaşo banga mafên mirovan dikin li gorî ji wan tê xwestin naxebitin. Tirkiye li girtîgehan û li derve mafên mirovan binpê dike û hemû qanûnên mafên mirovan derbas dike."

ANHA