Hilbijartinên Ermenistanê îro ne

Hilbijêrin Ermenistanê îro berê xwe didin sindoqan da ku di hilbijartinên zagonsaziyê de dengên xwe bidin ku serokwezîrê berê Nîkol Paşînyan banga wan kiribû.

Hilbijartinên Ermenistanê îro ne
9 kanûn, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdayîna li Ermenistanê li navendên hilbijartinan saet di 08:00’an de dest pê kir û dê heta saet 16:00’an dewam bike. 9 partî û 2 bilokên hilbijartinan pêşbirka li ser kursiyên parlemanê ku hejmara wan 101 e, dikin. Dema hilbijartinan a asayî sala 2022’yan bû.

Li gorî qanûnên Ermenistanê, her partiyek divê herî kêm ji sedî 5 dengê hilbijêran bigire da ku bikare di parlemanê de kursiyeke xwe hebe. Lê bilokên hilbijartinan divê ji sedî 7 dengan bigirin.

Çavdêr texmîn dikin ku biloka Paşînyan di parlemana nû de dengê herî zêde hilde, ev yek jî dihêle ku di hemleya xwe de dewam bike û ji nû ve rûyê siyasî û şoreşa aborî  ava bike.

(jo)