‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘

Di merasîma definkirina cenazeyê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Seyah de hate gotin, definkirina kurê Til Eranê li xaka Qamişloyê cihê serfiraziyê ye, her wiha hate diyarkirin hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema kedan şehîdan e.

‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
‘Hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema keda şehîdan e‘
8 kanûn, 2018   16:15

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo  ji bo oxirkirina cenazeya fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl  Ebû Seyah ê ku di 5'ê Kanûnê de di Şerê Tinekirina Terorê de bûbû  li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn.

Rêhevalên şehîd cenazeya şehîd di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirşûmeyên dilsoziya bi şehîdan re hilgirtin ser milên xwe û li ser dika goristanê danîn da ku merasîm dest pê bike.

Merasîm bi deqeya rêzigirtin û torenek leşkerî ji hêla şervanên YPG'ê ve destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin.

Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Remziye Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ebû Seyah re xwest û tevlêbûna wan di Meclisa Malbatên Şehîdan de pîroz kir.

Remziye wiha domand: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, gelê Til Eran û Til Hasilê rastî êrîşên mezin hatine û heta roja me ya îro ew êrîş berdewam in û hîna jî herêm di nav dorpêça yan rêjîma Sûriyê yan çeteyan e."

Her wiha Remziye got, ew îro kurekî Til Eranê li xaka Qamişloyê de dispêrin axê. Ew jî cihê şehnaziyê ye. Şehadeta kurê Til Eranê li herêma Firatê hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat dike û ji ber wê tu kes nikare vê têkiliyê di navbera gelê de qut bike.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Karûbarên Sivîl ê QSD'ê Rêzan Gulo got: "Me soz da gelê xwe ku em ê hemû bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê xilas bikin û em li ser  soza xwe ne. Di demek nêz de em ê mizgîniya rizgarkirina bajarokê Hecîn ê ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, ji gelê me re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hecînê ragihînin."

Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Tirkman Yilmaz got: "Em her roj şehîdên ku ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine oxir dikin. Em bi saya lehengan mizgîniyek li du mizgîniyekê radighînin û di nav tilîliyên dayîkan de bi serfirazî wan hildigirin ser milên xwe û dispêrin axê."

Piştî biudawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Şêxmûs wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de rêhevalên şehîd cenazeya Ebû Seyah di nav tilîliyên dayikan de li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku merasîmê sersaxiyê wê sibe li taxa El-Hîlaliyê ya bajarê Qamişlo saet 10:00 were lidarxistin.

Fermendar Ebû Seyah di destpêka Şoreşa Rojava de tev li hêzên leşkerî dibe û tev li gelek hemleyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyan û dagirkeran dibe û rêhevalên wî dibêjin ku çeperên şer şahîdê lehengî û qehremaniya wî di şer de ne.

(şx)

ANHA