Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî ya girêdayî akademiyên civaka demokratîk dewreya xwe ya yekemîn a bi navê "Şehîd Mihemed Tebqa" ku ji bo avakirina komîteya perwerdeya hatibû destpêkirin bi dawî kir.

Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû
Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû
Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû
Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû
Dewreya yekemîn a ji bo avakirina komîteyên perwerdê bi dawî bû
8 kanûn, 2018   15:31

TEBQA

Dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 19 endanên saziyên rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê 27 rojan dewam kir

Di nav de Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û Hevseroka Komîteya Jin Welaa El-Nacî, Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman, navenda şehîd Hanî Ilês a ciwanên Tebqa û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn bi dehan şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bi dawîkirina dewreya perwerdeyê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Endamê Rêveber ê akademiyên civaka demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Munzur axivî. Munzur qedandina dewreyê li endaman pîroz kir û wiha got: "Armanca me avakirina şoreşa exlaqî û civakî, şoreşa saziyên û şoreşa hebûnê ye, endamên ku tev li akademiyan bûn, berpirsyariyekî mezin dikeve ser milê wan, gihandina gelan ber bi ronahiyê erka me ye."

Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed axivî û wiha got:"Ji bo gihandina civakeke serkeftî û zana, divê ku her malek bibe dibistaneke kesayetî, gelê Rojhilata Navîn bi çand û dîroka xwe zengîne, lê dagirkeran beriya her tiştî ev yek ji hev xist, ji bo wê divê bi rêya perwerdeyan vê yekê çareser bikin." 

Paşê endamê rêvberiya Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Mehmûd El-Îsa ku yek ji kesên di dewreyê de bû wiha got:"Bi rêya perwerdê em dikarin mirovahiyê rabikin ser piyan û armancên wê pêk bînin."

Ji destpêka vekirina akademiya şehîd Xalid Ilêwî sala çûyî, dewreya şehîd Mihemed Tebqa, dewreya 7`ne.

Di dawiya de rêveberiya akademiyê pirtûka Menîfesto Şaristaniya Demokratîk "Sosyolojiya Azadiyê" wek diyarî da endamên tev li dewreyê bûne.

(jo)

ANHA