Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG ‘ê Ednan Nebo û Heyder Elo bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate veşartin.

Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Ednan û Heyder spartin axê
8 kanûn, 2018   15:06

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Ednan Nebo (Ednan Kobanê) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Heyder Elo (Heyder Kobanê) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bibûn, li gel berzikirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" ber bi Goristana Şehîd Dicle ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêzgirtin û merasîma leşkerî pêk hat. Piştre Berdevkê YPG‘ê Nûrî Mehmûd  axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman:"Weke hûn dizanin îro em du qehreman ku xwedî li şoreşê derketin oxir dikin. Şehîd Ednan di malbateke welatparêz de mezin bibû û ji vî bingehê bi destpêk Şoreşa Rojava re  cihê xwe di nava şoreşê de girt. Malbatê jî ji bo avakirina kesayeteke mîna şehîd Ednan kedeke mezin da. Şehîd Ednan xwedî li nirxên şoreşê derket û heya dawî li ber xwe da. Li ser vê yekê wekî YPG û YPJ‘ê em soz dikin her du hevalên xwe Heyder û Ednan  û hemû çehîdên azadiyê ku ku em ê heya dawî şopdarên riya wan bin ta armancên wan ên avakirina civaka exlaq bi cih bînin."

Paşê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Silêman Silêman û malbata şehîd Ednan û Heyder  axaftin hatin kirin di axaftinan de hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wî hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan her wiha şehadeta  Erka Xweparastinê Mamed Kobanê ragihand û wesîqeya wî pêşkêşî malbata wî kir.

Di dawiya mersîmê de, girseya gel cenazeyê her du şehîdan Heyder û Ennan di nava durişmeyên "Şehîd namirin" û tilêliyên dayikan spartin axê.

(hk/sn)

ANHA