Cebhet El-Nusra serweriya rêya sereke û 6 gundên Idlibê dike

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) piştî şerê di navbera wê û çeteyên Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê de, serweriya xwe li ser rêya sereke ya di navbera her du parêzgehên Heleb û Laziqiyê û 6 gundên Idlibê ferz kir.

Cebhet El-Nusra serweriya rêya sereke û 6 gundên Idlibê dike
8 kanûn, 2018   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku serweriya beşeke mezin ji parêzgeha Idlibê dike û Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê de şerekî dijwar ev çend roj e rû dide. Li hemberî vî şerî dewleta Tirk a dagirker bê deng dimîne.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra piştî şerekî giran serweriya xwe li ser rêya sereke ya di navbera her du parêzgehên Heleb û Laziqiyê de û 6 gundên Sehil El-Roj, Mehbel, Cenêt El-Qura, Zêzûn, El-Sehin û El-Lic ferz kir.

Cebhet El-Nusra xwedî hêzeke leşkerî ye û hemû komên çete ku Tirkiye wek hêzên nerm bi nav dike, ber bi xwe ve tîne. Çavkanî diyar kir ku Cebhet El-Nusra hewl dide serweriya xwe li ser giştî parêzgeha Idlibê ferz bike.

Çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanî yek ji aliyên Cebhet El-Nusra di Idlibê de ye û xwedî 10 hezar çete ye û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê bi rêya dergeheke veşartî ya li gundê Eyn El-Bêda werdigire. Çeteyên Cebhet El-Nusra serweriya xwe li Idlibê ji destpêka sala 2015'an ve zêde dike û hemû komên çete yên li vir ku alîkariya xwe eşkere ji Tirkiyeyê werdigirin, ber bi xwe ve anîne.

Çavdêr diyar dikin ku Tirkiye hewl dide Cebhet El-Nusra li Idlibê li ser hesabê çeteyên girêdayî Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê xurt bike. Hin çavdêrên din jî diyar dikin ku ev di berjewendiya Rûsya û rêjîma Sûriyê de ye ku hinceta wan a êrîşa li dijî Idlibê temam dibe.

ANHA