Banga taloqkirina alîkariyên bi rêya dergehê Bab El-Hewa hate kirin

Rêxistineke alîkariya mirovî ya Brîtanyayê got şandina alîkariyan ji Idlibê re, dibe ku xebatkarên wê li hemberî metirsiyan û sûcdariya terorîstan rû bi rû bihêle, eger di dergehê Bab El-Hewa re yê di navbera parêzgeha Idlibê û Sûriyê re bêne derbaskirin. Nemaze ji ber ku di bin serweriya komên çete yên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin de ye.

Banga taloqkirina alîkariyên bi rêya dergehê Bab El-Hewa hate kirin
8 kanûn, 2018   12:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Di hişyariyeke rêxistinên alîkariya mirovî de rêxistina çavdêriyê ya Brîtanyayê diyar kir ku dergehê Bab El-Hewa rêya sereke ya alîkariya bi Idlibê re ye û niha di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam de ye û ew jî rêxistineke terorîst e, lewma dibe ev koma terorîst ji van alîkariyan sûdê wergire.

Malpera Middle East Eye ya Brîtanyayê destnîşan kir ku beriya derketina hişyariyê rêxistinê ji gelek komeleyên alîkariyê re peyam der barê metirsiyên ji ber Heyet Tehrîr El-Şam şandine ku niha serweriya xwe li dergehe Bab El-Hewa ferz dikin.

Di hişyariyê de ku roja Duşemê hatiye weşandin, wiha tê gotin: "Divê sekreterên saziyên alîkariyê ku niha dergehê Bab El-Hewa bi kar tînin, metirsî û sûcdariyên terorîstan di ber çavan re derbas bikin û tedbîrên pêwîst li hemberî van metirsiyan bigirin. Dibe ku xebatên derbaskirina alîkariyan di vê dergehê re were taloqkirin an rawestandin û rêyeke alternatîf were peydakirin."

Di hişyariyê de her wiha wiha hate destnîşankirin ku saziyên alîkariyê ên vê dergehê bi kar tînin divê hişyariya Asayîşa Dijterorê û rêxistinê di ber çavan re derbas bikin, eger guman dikin ku sûcê fînansekirina terorê pêk hatiye. Lê hin rayedarên saziyên alîkariyê ji malpera Middle East Eye re got ew li hemberî vê hişyariyê xemgîn in ku dibe ev hişyarî beşeke dûrxistina saziyên alîkariyê ji berdewama kar û xebatên xwe li Idlibê be.

Di Îlona borî de Ajansa Amerîkayê ya Geşkirina Navneteweyî û Wezareta Geşkirina Navneteweyî hevkarên xwe yên herêmî agahdar kirin ku bikaranîna dergehê Bab El-Hewa rawestînin, ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam ji derbaskirina kamyonan xiracê distîne.

Di raporeke kongreya Amerîkayê de ya meha Mijdarê, çavdêrê giştî ku lêvegera kar û xebatên ajansa Amerîkayê ya Geşkirina Navneteweyî dike, got gelek planên veguhastina pere û pêdiviyên ajansa Amerîkayê ji komên çekdar re hene û di nava wan de Heyet Tehrîr El-Şam.