Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan

Şêniyên navçeya Şedadê di merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Mihemed El-Fatir de ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, tekez kir ku dê heta dawiyê şopdarên rêya hemû şehîdan bin.

Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
Di oxirkirina şehîd Mihemed El-Fatir de soza şopandina rêya şehîdan
8 kanûn, 2018   12:33

HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê ya Hesekê, cenazeyê şehîd Mihemed El-Fatir (Diyar) ku 4`ê Kanûnê di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt.

Şênî bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê. Li goristanê toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD`ê Salih El-Zobe axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. El-Zûbe tekez kir ku di Şerê Tunekirina Terorê de bi sedan sivîl ji gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de hatin rizgarkirin.

Her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku bi saya şehîdan gelê herêmê bi aramî û ewlehî dijî, herêm ji çeteyan hate rizgarkirin, her wiha tekez kir ku dê ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan hemû tiştên giranbuha bidin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan ê navçeya Şedadê Selman El-Salih ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Mihemd El-Fatir di nava dirûşmeyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA