Keştiyeke balafiran a Amerîkayê gihîşt Kendava Erebî

Keştiya balafiran a Amerîkayê USS John C. Stennis (CVN – 74) piştî 8 mehan vegeriya Kendava Erebî.

Keştiyeke balafiran a Amerîkayê gihîşt Kendava Erebî
8 kanûn, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Dengê Amerîkayê keştiya balafiran a Amerîka USS John C. Stennis (CVN – 74) piştî 8 mehan vegeriya Kendava Erebî û dê alîkariya şerê li dijî DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê û şerê li Afganistanê bike.

Rayedarekî Pentagonê diyar kir ku USS John C. Stennis (CVN – 74) dê nîşandeyan ji hikumeta Îranê re jî bişîne ku di van demên dawîn de wezîrê parastinê James Mattis wek rêjîmeke derveyî qanûnê bi nav kir. Rayedarekî Wezareta Parastinê ji ajansa Dengê Amerîkayê re wiha got: "Ev tenê pêşandaneke hêza leşkerî li hemberî Îranê ye."

Rayedar ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku bandora hebûna keştiya balafiran a Amerîkayê li Rojhilata Navîn, wek hebûna baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Tenef a Sûriyê ya nêzî sînorên Iraq û Urdunê ye.

Ajansê diyar kir ku peywira baregeha Tenefê rêgirtina li pêşiya hêzên Îranê û hevkarên wê di Sûriyê de ye. Li gorî ajansê USS John C. Stennis (CVN – 74) dê piraniya dema xwe di van hefteyên pêş de li Kendava Erebî derbas bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema ku keştiya Amerîkayê Theodore Roosevelt di Adara borî de ji herêmê vekişiyaye, tu keştiyên balafiran ên Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn tune bûn.