Çalakiyên piştgiriya Leyla Guven didomin

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Çilaxa destnîşan kir ku ew ê heta ku hemû bendên li ser girtiyên di zindanên dewleta Tirk de bêne şikandin, çalakiya xwe berdewam bikin.

Çalakiyên piştgiriya Leyla Guven didomin
8 kanûn, 2018   11:01

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Ji bo destekê bidin hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Amedê de ketiya greva birçîbûnê, şêniyên herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, beşdarî çalakiya greva birçîbûnê dibin ku ji aliyê Kongreya Star û PYD`ê ve hatiye lidarxistin.

Beşdarên çalakiya grevê diyar kir ku çalakiya wan tenê li ber çalakiya greva birçîbûnê ranaweste. Endamê rêveberiya PYD`ê Sirûr Şetî got çalakiya wan ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven e ku li dijî faşîsma Tirkiyeyê di zindana Amedê de li ber xwe dide. Sirûr wiha got: "Fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan bi ser dikeve. Çalakiyên me tenê li ber çalakiya greva birçîbûnê ranaweste, ew ê heta dawiyê dewam bike, heta ku bendên li ser Leyla Guven û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên şikandin. Em ji cîhanê re dibêjin ku bila bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bila hevgirtin û biratiya gelan bibînin."

Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rafi El-Nezal destnîşan kir ku armanca wan şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Baweriya me heta dawiyê bi fikrên rêber Ocalan heye, em ê heta dawiyê li pişt Ocalan bin."

Her wiha endamê rêveberiya Meclisa navçeya Til Koçer Silêman Hacî diyar kir ku ew îradeya xwe ji ramanên Ocalan digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê û azadiya rêber Ocalan û hemû girtiyên di zindanên faşîzma Tirkiyeyê de bixwazin. Ew ê tekoşîna me heta dawiyê dewam bikin."

(jo)

ANHA