Li Serêkaniyê dîsa erd hizimî

Li Serêkaniyê di hewşa malekê de koçaleke 25 metre kûr û 15 metre fireh çêbû û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li Serêkaniyê dîsa erd hizimî
Li Serêkaniyê dîsa erd hizimî
Li Serêkaniyê dîsa erd hizimî
Li Serêkaniyê dîsa erd hizimî
8 kanûn, 2018   10:48

HESEKÊ

Binê Serêkaniyê ji ber valahiya di bin erdê de û barana zêde dihizime (diçe xwarê). Îro jî li taxa Ronahî di hewşa malekê de konçaleke 25 metre kûr û 15 metre fireh çêbû. Ji beriya 3 rojan ve ji ber qelîştekên di dîwarên malê de çêbûn, şaredariyê malbat hişyar kir ku ji malê derkevin. Ji ber hişyariya şaredariyê mal hatibû valakirin. Îro derdora saet 07.00’an erdê di hewşa malê de çû xwar. Di encamê de ziyanên madî çêbun. Niha jî malên li derdora erdê çûye xwar, tên valakirin.

ANHA