Li Başûr rewşa rojnamevanan: Di salekê de 4 hezar û 203 binpêkirin

Li gorî daneyên malpera Metro ku bala xwe dide ser mafên rojnamevanan, di sala 2017'an de 4 hezar 203 binpêkirin der heqê rojnamevanan de ji aliyê rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê ve pêk hatine. Her wiha 4 ji van rojnamevanan jî hatine kuştin.

Li Başûr rewşa rojnamevanan: Di salekê de 4 hezar û 203 binpêkirin
8 kanûn, 2018   09:42

QAMIŞLO

Rojnamevan û çalakvanê çapemeniyê li başûrê Kurdistanê Niyaz Abdullah di semînerekê de li Navenda Yekitiya Ragihandina Azad a bajarê Qamişlo ku hejmareke rojnamevan û çapemenîger beşdar bûbûn, ragihand ku malpera Metro ya li başûrê Kurdistanê ku bala xwe dikişîne ser destdirêjiyên li dijî rojnamevan û çapemenîgeran, 4 hezar û 203 destdirêjî li dijî rojnamevanan di sala 2017'an de ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistanê ve pêk hatine.

Li gorî Niyaz Abdullah piraniya van rewşan girtin, lêdan û îşkence ne û hemû bi armanca sînordarkirina xebatên çapemeniyê li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine.

Niyaz Abdullah da zanîn ku malperê her wiha kuştina 4 rojnamevanan belge kiriye û di nava wan de nûçegihanê ajansa RojNewsê Wîdad Hisên jî heye ku ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve hate girtin û rastî îşkenceyeke hovane hatiye û di encamê de hate kuştin û cenazeyê wî avêtin nava çopê.

ANHA