Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir

Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, îro saetên sibê meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê ve domand.

Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir
Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir
Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir
Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir
Meşa jinên ciwan di roja duyemîn de dest pê kir
8 kanûn, 2018   09:47

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ev 31 roj e di greva birçîbûnê de ye û bi dirûşmeya "Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Rêber Ocalan serî hildin" meşa xwe di roja duyemîn de didomînin.

Meşa jinên ciwan duh ji gundê Xana Serê yê herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê kir. 200 jinên ciwan ji bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê tev li meşê bûne.

Duh jinên ciwan li navenda bajarê Dêrikê sekinîn û îro di saetên sibê de li pêşiya Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Dêrikê sekinîn û ji wê derê dest bi meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur de kir.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û berxwedana jinên siyasetmedar ên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ku di greva birçîbûnê de ne, hatin berzkirin.

Li gorî komîteya amadekar ku jinên ciwan piştî ku bigihîjin gundê Eyn Dîwerê dê daxuyaniyekê bidin û meşa xwe bi dawî bikin.

(bx)

ANHA