Bû qurbaniyê îdiayan û piştî 7 mehan xwe xilas kir

Gelek kes bi îdaiyên dagirkeran hatin xapandin û li warê xwe yê dagirkirî vegeriyan lê piştî ku rastiya îdiayên derew bi çavê xwe dîtin, poşman bûne. Gelek wan karî xwe ji pençên dagirkeran xilas bikin û hindek din jî man û di nav tirsê de dijîn.

Bû qurbaniyê îdiayan û piştî 7 mehan xwe xilas kir
8 kanûn, 2018   09:24

TOLÎN HESEN – SOLÎN REŞÎD / EFRÎN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê bê navber didomin. Li hemberî van zêdegaviyan ku ev 9 meh e têne meşandin, heya niha civaka navdewletî tu helwest nîşan nedaye.

Yek ji welatiyên Efrînê ji ber binpêkirinên dagirkeran neçar ma ku tevî malbata xwe ji warê xwe derkeve û berî bidin Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê. Abdîn Şêx Ham ji herêma Racoyê, bi îdiayên sîxurên Tirkiyê yên li Efrînê tê xapandin ku herêma Efrînê ewle bûye. Li ser vê yekê Abdîn dîsa vedigere Efrînê lê hemû îdiayên wan sîxûran li ser erdê terz dibîne.

Ebdîn diyar dike ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li hemberî Racoyê neçar dimîne ku tevî malbata xwe ji Racoyê derkeve û ber bi navenda bajarê Efrînê ve derkevin. Malbata Abidîn 40 rojî li wir dimînin. Lê bi dijwariya êrîşên li ser navenda bajarê malbat berî xwe dide herêma Nibul û Zehrayê, li Nibul û Zehrayê jî 2 mehan dimînin.

Di dema ku şêniyên Efrînê ji ber zilma dagirkeran ji warê xwe derdiketin de, sîxûrên Tirkiyê dest bi îdiayên xwe yên xapînok kirin. Bi rêya telefonan bang li şêniyên Efrînê dikirin ku li Efrînê vegerin û digotin ku herêm bi ewle bûye û tirs nemaye. Hin kes bi van îdiyan hatin xapandin û vegeriyan. Lê tiştên ku bi çavê xwe dîtin berevajiya îdiaya diyar dike. Malbata Abdîn jî ji wan malbatên ku bûne qurbaniyên îdidayên derdew e.

Li benda kontrolê ya yekemîn zarokên wî hatin girtin

Malbata Abdîn piştî ku biryara vegera li Efrînê dide, li benda kontrolê ya yekemîn a çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve 2 kurên malbatê têne girtin, her wiha 100 hezar lîreyên Sûrî ji wan distînin û wan neçar dikin ku bi meşê rêya xwe berdewam bikin, di malbatê de kale 95 salî jî hebû. Endamên malbatê li ser pêyan heya gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê meşiyan, wê şevê li gel malbatekê bimînin û di roja duyemîn de kurekî malbatê ku çeteyan ew girtibû berdan, ji ber ku dît leşkeriya erka xweparastinê nekiriye, lewre çeteyan ew berda.

Abdîn li ser mijarê wiha dibêje: "Wê wextê me nas kir ku hemû îdiayên wan derew bûn û rewş ne aram e. Ez teqez dikim ku ew kesên dixwestin di dema şer de tevliheviyan derxin heman kesên ku bi MÎT‘ê re siyasetên qirêj ên xapandinê li dijî gelê Efrînê demeşînin."

Di dilê kesên li Efrînê de tirs

Abdîn destnîşan kir ku kesên niha li Efrînê dijîn di nava tirsê de ne û di bin gefa dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne û diyar dike ku ji tirsa ku çete bigirin ser malên wan, nikarin xew bikin.

Çeteyan bi hinceta ku endamên malbatê alîgirên YPG‘ê ne, mala Abdîn vala kir û malbatên çeteyan lê bi cih kirin.

25 çeteyan ew girtin

Abdîn di berdewama serpêhatiya xwe de destnîşan kir ku 25 çeteyan ew li kolana mala wî girtin û wiha didomîne: "25  çete di 2 erebeyan de bûn û êrîşî min kirin, li ser min dan û devê min girtin heta nefesa min bisekine û ez avêtim erebeyê. Zêdetirî saetekê ez di erebeyê de mam, min nedizanî ew ê min bi ku derê ve bibin. Piştî çavê min vekirin min xwe dît ez li mala Henîf Samya me, çeteyan mala wî ji xwe re kiribûn baregeha emniyetê ya Racoyê. Hemû wêneyên şehîdan rakirin, ji min pirsî tu van şehîdan nas dike, min tenê navê yekê nas kir, lê min negot, ji tirsa ku min bibin cihekî nediyar. Paşê bi awayekî hovane li min dan. Çeteyek hebû berpirsyarê emniyetê bû, navê wî Ebû Mihemed bû, texmîn dikim ku ji Şamê ye, nîv saetê ez xistim lêpirsînê. Min bavê xwe kir hincet ku kes nikarî xizmeta wî bike, ji ber vê yekê min berdan û lê nasnameya min nedane min."

Abdîn wiha didomîne: "Roja din ez derketim da ku nasnameya xwe bigirim, lê nasnemeya min biribûn mala Hesenê Osman ku niha kirine girtîgeh, min texmîn kir ku ew ê min îşkece bikin lê min yekser malbata xwe girt da ku ji Efrînê derkevim."

Abdîn teqez dike ku piştî 7 mehan û bi rêya bazirganekî li beramberî 900 dolaran ji Efrînê derketin.

Malbata Abdîn Şêx Ham niha li navçeya Til Rifet a Şahbayê dimîne.

ANHA