Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêşveçûna xwe li bajarokê Hecîn devera herî dawîn a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê de didomîne. Li parêzgeha Deraa 6 efserên hêzên rêjîmê di teqîna mayinekê de hatin kuştin. Îran, Tirkiye û Qeter ji ber aloziyên siyasî û dîplomatîk tengezar in û hewl didin koalîsyonekê di navbera xwe de ava bikin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
8 kanûn, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê kir û di serî de rewşa li Sûriyê û aloziya Yemenê û tunelên Hizbullahê û hewldanên Tirkiye, Îran û Qeterê yên avakirina koalîsyonekê û hin mijarên din ên girîng.

Şerq El-Ewsat: Şerê di navbera QSD'ê û DAIŞ'ê de li nêzî Dêrazorê berdewam dike

Girêdayî şer û aloziya Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê "Şerê Tunekirina Terorê" kir û wiha got: "Rayedarekî Amerîkayê ragihand ku pêdiviya welatiyê wî bi perwerdekirina 35 heta 40 şervanên herêmî heye û got ku ji sedî 20 ji wan hatine perwerdekirin."

Malpera R Today li ser zimanê wî wiha got: "Em bawer dikin ku hejmara leşkerên herêmî gelekî pêwîst e da ku aramiya li herêmê biparêzin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî wiha ragihand: "Di navbera QSD, Artêşa Şoreşgeran, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên El-Şihêtat ji aliyekî ve û ji aliyê din ve çeteyên DAIŞ'ê de li derdora bajarokê Hecîn şer berdewam e. Çavkaniyekî pê bawer diyar kir ku ji sedî 70 ji bajarokê Hecînê êdî di bin serweriya QSD'ê de ye û li devera maye jî pêşveçûn giran e, ji ber ku çeteyan hejmareke zêde ji mayinan çandiye."

El-Heyat: Koalîsyona Navneteweyî çarenûsa 700 leşkerên biyanî yên li Sûriyê hatine girtin, diyar nekiriye

Der barê girtiyên DAIŞ'ê li ba QSD'ê de rojnameya El-Heyat wiha got: "Wezîrê parastinê yê Kanadayê Harjit Sajjan piştî civîna navneteweyî ya li nêzî Otawa diyar kir ku çarenûsa 700 biyaniyên li Sûriyê hatine girtin dê ji aliyê welatiyên wan ve bêne diyarkirin."

Li civîneke ku roja Pêncşemê li Çîlî li nêzî Otawa ya di navbera wezîr û rayedarên parastinê yên payebilind de ji 13 welatiyên Koalîsyona Navneteweyî Sajjan wiha got: "Divê hemû welat rêbazên taybet ji bo van girtiyan bidin meşandin."

QSD'ê ev biyanî ku girêdayî nêzî 40 dewletan in, li ba xwe girtine û hin dewletên endamên Koalîsyona Navneteweyî naxwazin van girtiyan wergirin.

El-Quds El-Erebî: Amerîka hişyariya êrîşeke kîmyewî dide... Hejmarek efserên rêjîmê li Deraayê hatin kuştin

Girêdayî mijareke din a Sûriyê rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: "Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî da Rûsya û Sûriyê ku tevliheviyan di gumanên êrîşa kîmyewî ya li dijî bajarê Helebê di meha borî de dernexin û got ku li gorî agahiyan leşkerên Rûsî û Sûrî beşdarî êrîşa bi gaza rondikan bûne."

Berdevkê wezaretê di daxuyaniyeke xwe de wiha got: "Em Rûsya û rêjîmê hişyar dikin ku tevliheviyê li devera êrîşê pêk neynin û em bang li wan dikin ku lêkolînerên bêalî û serbixwe biparêzin da ku karibin berpirsyarên êrîşê ceza bikin".

Li parêzgeha Deraa 6 efserên hêzên rêjîmê di encama teqîna mayinekê de hatin kuştin. Hin çavkaniyan berpirsyarî xistin stûyê hêzên opozîsyonê.

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de û xebatên danûstandinên aştiyê rojnameya El-Ereb behsa xebatên bi dawîkirina şer kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Di roja duyemîn a danûstandinên aştiyê ya Yemenê li Siwêdê daxwaz bilindtir dibin."

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Heyat behsa îdîayên Îsraîlê ya tunelên Hizbullah li ser sînorê Îsraîlê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl hewl dide çalakiya leşkerî ya li dijî tunelên Hizbullahê dirêj bike."

Rojnameya El-Ereb jî behsa behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ewn beşdarî zextên Hizbullah li dijî El-Herîrî dibe".

Beyara rojavayî

Girêdayî aloziya beyara rojavayî Mexribê û eniya Polîsariya piştî yekemîn danûstandinên der barê Beyara rojavayî ji sala 2012'an ve li Cinêvê di destpêka sala 2019'an de dîsa bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan girêdayî mijarê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Danûstandinên der barê Beyara rojavayî; toreyeke din di destpêka sala 2019'an de."

Koalîsyona Tirkiye, Îran û Qeterê

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb ragihand ku Tirkiye, Îran û Qeter ji ber aloziyên siyasî û dîplomatîk û bandora rewşa aborî tengezar bûne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyoneke ne eşkere di navbera Tirkiye, Îran û Qeterê de tê avakirin; bilokbûyîneke rewşa lawaz diçespîne."