Li Îtalyayê di barê de îzdîham: 6 mirî, 120 birîndar

Di bareke bajarê Ankona yê bakurê Îtalyayê de piştî ku kesekî ava îsotan reşand, îzdîham derket û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 120 kes birîndar bûn.

Li Îtalyayê di barê de îzdîham: 6 mirî, 120 birîndar
8 kanûn, 2018   08:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li  bajarê Ankona yê bakurê Îtalyayê di barekê (mekana şahiyan) de kesekî ava îsotan li beşdarên şahiyê reşand û di encamê de rewşeke aloz derket û îzdîham çêbû.

Li gorî agahiyan di encama dehfdana zêde ya di nava beşdarên şahiya barê de, 6 kes mirin û 120 kesên din jî birîndar bûn.

Malperên nûçeyan da zanîn ku piştî ku kesekî ava îsotan reşand, di nav beşdarên şahiyê de xof çêbû û di encamê de îzdîham derket.

(jo)