Di pêşangeha Beyrûtê de pirtûkên Ocalan

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Pêşangeha "Beyrût a Erebî û navdewletî ya Pirtûkan" hatin pêşandin.

Di pêşangeha Beyrûtê de pirtûkên Ocalan
Di pêşangeha Beyrûtê de pirtûkên Ocalan
7 kanûn, 2018   19:03

BEYRÛT

Pêşangeha "Beyrût a Erebî û Navdewletî ya Pirtûkan" di dewreya xwe ya 62 dest pê kir. Pêşengeha bi beşdarbûna 245 weşanxaneyên erebî û biyanî ku li navenda Sea Side Arena ya li Beyrûtê hate vekirin û dê heya 17‘ê kanûnê berdewam bike.

Hejmarek niviskarên Ereb bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê bûn, her wiha dê semînerên wêjeyî, siyasî û civakî bêne lidarxistin.

Rewşenbîrên ji welatên "Misir, Kiwêet, Ûman, Sûdan, Îran, Filistîn, Erebistana Siûdî, Îran û Ûkranyayê beşdarî pêşangehê bûne.

Pêşangeha îsal ji aliyê "Kluba Çandî ya Erebî" ve hatiye birêxistinkirin.  Di pêşangehê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî pêşkêş kirine hatin pêşandan.

Pêşangeha "Beyrût a Erebî û navdewletî ya Pirtûkan" ji kevintirîn pêşengehên pirtûkan e ku li welatên ereban tê lidarxistin e.  Di heman demê de ji bo jidayikbûna wêjevan Necîb Mehfûz û birînana 10‘emîn a  helbestvanê Filistînê Mehmûd Derwîş tê lidarxistin.

ANHA