Li Xezayê 17 filistînî birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê mudaxeleyî çalakiyên welatiyên Filistînê kirin.  17 filistînî birîndar bûn.

Li Xezayê 17 filistînî birîndar bûn
7 kanûn, 2018   18:25

XEZA

Di çalakiya  îro ya îna 37‘an a "Meşa Mezin a Vegerê" de û di encama mudaxeleya hêzên Îsraîlê li çalakgerên 17 filistînî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nuçegihanê me dane, ekîpên tenduristiyê ragihandiye ku hin kes di serê xwe de birîndar bûne û rewşa wan di xeteriyê de ye.

Li aliyekî din jî Desteya Niştimanî ya Meşa Vegerê û rakirina çemberê bi daxuyaniyekê li hemberî êrîşan banga yekitiya niştimanî ya Filistinê kir.

ANHA