Li Çilaxa greva birçîbûnê dest pê kir

Kongreya Star û PYD`ê piştî bajarê Qamişlo bi armanca piştgirya Leyla Guven konê çalakiya greva birçîbûnê li navçeya Çilaxa yê girêdayî kanotna Qamişlo vedan.

Li Çilaxa greva birçîbûnê dest pê kir
Li Çilaxa greva birçîbûnê dest pê kir
Li Çilaxa greva birçîbûnê dest pê kir
Li Çilaxa greva birçîbûnê dest pê kir
7 kanûn, 2018   12:28

QAMIŞLO

Kongreya Star û PYD`ê bi armanca piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP`ê ya bajarê Culemêrgê Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê greva birçîbûnê veda.

Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û Kongreya Star hate xemilandin. 70 kes ji şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa tev li çalakiyê bûn. Tê payîn ku greva birçîbûnê 2 rojan dewam bike.

Di bin konê çalakiyê de yek ji rêveberên PYD`ê li navçeya Çilaxa Abdulselam Ebas diyar kir ku divê her kes çalakiya Leyla Guven ji xwe re mînak bigire.

Bingeha tecrîdkirina Ocalan polîtîkayên qirkirin û binpêkirinê ne

Ebas diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji polîtîkayên qirkirin û bipêkirinê ku ji aliyê sîstema desthilatdar a Tirkiyeyê ve li dijî gelê Kurd û doza demokrasî, aramî û ewlehiya li tevahî parçeyên Kurdistanê tê. Ebas destnîşan kir ku ew wek Kongreya Star û PYD bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê û armancên wan ên binpêkirina destkefiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya xwîn û têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, yekitiya xwe ava bikin.

Ebas diyar kir ku armanca dagirkeran ji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku îradeya gelê Kurd li tevahî herêmê bişikînin. Her wiha bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Ebas got armanca wan ji greva birçîbûnê ew e ku nameyekê bidin hemû saziyên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û komeleyên hevkariya îslamî û hemû saziyên peywendîdar ku li hember siyasetên hilweşandinê û qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, hewlestên xwe diyrar bikin û guhertin di rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de were çêkirin.

‘Dewleta Tirk a dagirker tu carî îradeya me naşikîne’

Her wiha bi navê Kongreya Star Ayhan Mûrad axivî û diyar kir ku hemû jinên tev li greva birçîbûnê bûne, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de silav dikin, banga azadiya wî dikin, her wiha Leyla Guven û çalakiyê wê ji bo azadiya Ocalan silav dikin.

Ayhan Mûrad diyar kir ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û got dewleta Tirk a dagirker her çi qas tecrîdê zêde bike jî, tu carî nikare îradeya wan bişikîne û dê heta dawiyê ji bo azadiya rêberê xwe tê bikoşin.

Kongreya Star û PYD`ê beriya 2 rojan li bajarê Qamişlo çalakiya greva birçîbûnê li dar xist û çalakiya wan 2 rojan dewam kir.

(bx)

ANHA