Rewşenbîrên Cizîrê: Divê hikumeta Başûr demildest ji biryara xwe vegere

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê tekildarî girtina saziyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, li bajarê Qamişlo li taxa Xerbî daxuyaniyek da û biryara hikumeta heremê şermezar kir û gotin ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji biryara xwe paşde vegere

Rewşenbîrên Cizîrê: Divê hikumeta Başûr demildest ji biryara xwe vegere
7 kanûn, 2018   11:55

QAMIŞLO

Hêzên Asayîşa Silêmaniyê beriya demekê bi biryara Hikumeta Başûrê Kurdistanê saziyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê girtin. Têkildarî girtina saziyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê îro saet di 12:30’an de daxuyaniyek da û biryara hikumeta herêmê şermezar kir. 

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara girtina saziyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê xizmeta yekitî û dozan Kurdan nake û ev tişt hate gotin: “Di demên dawîn de hikumeta herêmê li derveyî qanûn, nirx û xwesteka gel saziyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê girtin. Ev biryar xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike. Li dijî baregehên ku dewleta Tirk a dagirker ku li başûrê Kurdistanê çekirinê, tu helwest ji hêla hikumeta herêmê ve nayên dayîn. Lê mixabin saziyên gelê Kurd ji hêla hikumeta herêmê ve li ser xwestekên dewleta Tirk a dagirker tên hedefgirtin.”

Di daxuyaniyê de rewşenbîrên herêma Cizîrê bang li hikumeta herêmê kir û wiha got: “Hikumeta  herême, divê demildest ji wê biryara çewt vegere. Her wiha wekî xwestekên dijminên gelê Kurd tevnegere û xwe radestî zextên dewleta Tirk a dagirker neke.”

Di dawiya daxuyaniyê de Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bang li hemû saziyên civakî yên li her çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî, siyasetmedarên başûrê Kurdistan kir û wiha hate gotin: “Pêwîst e hemû saziyên li Kurdistanê bi erka xwe ya dîrokî rabin û di demeke nêz de kongreya neteweyî were lidarxistin da ku pêşî li wan lîstokan were girtin.”

(mk/as)

ANHA