Meşa Jinên Ciwan dest pê kir

Li herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
Meşa Jinên Ciwan dest pê kir
7 kanûn, 2018   12:46

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Rêber Ocalan serî hildin" meşek li dar xist. Meş dê 2 rojan dewam bike. 200 jinên ciwan ji hemû bajar û bajarokên herêma Cizîrê tev li meşê bûne.

Bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a gundê Xana Serê yê girêdayî herêma Dêrikê, ber bi bajarê Dêrikê ve ketin rê û alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdkirin Ocalan û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê û hemû herêmên Sûriyê hatin berzkirin. Her wiha jinên tev li meşê bûne, piştgiriya xwe bi Leyla Guven û çalakiya wê ya greva birçîbûnê re diyar kir.

Tê payîn ku dê meşvan derdora saet 15:30`an bigihîjin bajarê Dêrikê. Dê ji aliyê şêniyan ve werin pêşwazîkirin û paşê dê berê xwe bidin Navenda Ciwanên Şoreşger û li wê derê dê sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pêşandan.

Jinên ku tev li meşê bûne, dê sibê meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê yê li ser sînorê bakurê  Kurdistanê ve dewam bikin.

(bx)

ANHA