Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê

Mela Mehmûd Sebrî yek ji nivîskar û helbestvanên Kurd ên rojavayê Kurdistanê ye. 40 sal ji jiyana xwe xist xizmeta doza kurdî û dibêje ku Kurd niha demeke pîroz a di şoreşa xwe de ne û xewna ku wî hêvî dikir, pêk tê.

Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
Evîndarê Xemgîn: Xewna min li Rojava pêk tê
6 kanûn, 2018   09:24

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Mela Mehmûd Sebrî ku bi navê "Evîndarê Xemgîn" tê nasîn, ji welatiyên bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyê ye. Li ba oldarên herêmê fêrî xwendin û nivîsandinê dibe û ji ber ku ji malbateke oldar e, wek feqî tê nasîn û di nava welatiyan de bi navê ‘Melle Mehmûd’ tê nasîn.

Evîndarê Xemgîn di sala 1961'an de dibistana xwe ya navîn temam dike û di sala 1965'an de dibistana amadeyî temam dike û piştre dîplomaya hiqûqnasiyê werdigire û wek mamoste li dibistaneke Dêrazorê tê erkdarkirin. Di sala 1970'yî de jî bawernameya aboriya civakî werdigire.

Evîndarê Xemgîn ji ciwantiya xwe ve beşdarî nava xebatên siyasî dibe û di sala 1959'an de cihê xwe wek rayedar di nava Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê de digire. Evîndarê Xemgîn di ciwantiya xwe de, kesayeta Mela Mistefa Barzanî bandorê lê dike û di xizmeta doza kurdî de xebateke mezin dide meşandin. Evîndarê Xemgîn di nava partiyên siyasî yên kurdî de jî gelek xebatan dimeşîne û di sala 1996'an de ji ber tevlihevî û nakokiyên zêde di nava partiyên kurdî de biryar da ku ji xebatên siyasî dûr bikeve û xwe ji nivîsandinê re vala bike.

Evîndarê Xemgîn di nivîs û helbestên xwe de behsa rewşa gelê Kurd li Rojava û Sûriyê dike û hemû nivîsên wî bi zimanê kurdî ne. Evîndarê Xemgîn dibêje ku ew ji nemir Osman Sebrî fêrî nivîsandina zimanê kurdî bûye.

Di sala 1997'an de Evîndarê Xemgîn yekem dîwana xwe ya helbestan bi navê "Sira Bayê Azadiyê" çap kir û piştî salekê pirtûkeke xwe ya bi navê "Nîgarên Kul û Derdên Jiyanê" çap kir.

Di sala 2002'yan de pirtûka xwe ya bi navê "Toreyeke di Baxçeyên Cizîrê de" çap kir û tê de helbestên Melayê Cizîrî şîrove dike. Di sala 2006'an de pirtûka xwe ya bi navê "Doza Giran" çap kir. Di sala 2007'an de çapa duyemîn a vê pirtûkê çap kir. Di sala 2011'an de pirtûka xwe ya bi navê "Berevaniya Kurdan û Cengên Xaçperêzî û Şikodariyan" çap kir û tê de behsa şerên xaçperestan li Kurdistanê dike.

Di sala 2013'an de pirtûka xwe ya bi navê "Nasnameya Kurdî di Sûriyê de" çap kir û tê de behsa têkoşîna Kurdan a 40 salî di Rojava û Sûriyê de dike.

Evîndarê Xemgîn ji ajansa me ANHA'yê re behsa şoreşa Rojava kir û wiha got: "Kurd niha di serdemeke pîroz de ne û destkeftiyên şoreşê ku niha pêk hatine, ji bo wî beriya niha xewnek bûn."

Evîndarê Xemgîn dibêje ku ji ber temenê wî yê mezin êdî nikare nivîsandina xwe bidomîne û dibêje hêviyên wî pêk hatine û ew der barê keda xwe ya siyasî û çandî de kêfxweş e.

ANHA