Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Şerê di navbera çeteyên Tirkiyeyê de li Idlibê berdewam e û Tirkiye jî bêyî ku destwerdana xwe bike tenê li wan temaşe dike. Îran hewl dide piştgiriya bilokên sunnî wergire da ku karibe fermandarê Heşd El-Şehbî Falih El-Feyad bike wezîrê karên hundir. Girêdayî xebatên çareserkirina aloziya Yemenê jî îro li Siwêdê danûstandinên aştiyê dest pê dikin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
6 kanûn, 2018   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa giştî ya Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê ya di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyeyê de kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser xebatên siyasî yên avakirina her du hikumetên Iraq û Lubnanê û behsa hewldanên Tirkiyeyê yên sûdwergirtina ji kuştina Xaşiqçî û aloziya Yemenê û hin mijarên din kir.

Şerq El-Ewsat: Di navbera "Tehrîr El-Şam" û "Eniya Niştîmanî" de li Hema û Idlibê agirbest

Girêdayî mijarên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa li Idlibê û şerê di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de kir û wiha diyar kir: "Heyet Tehrîr El-Şam û Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê li parêzgeha Idlibê li ser agirbestekê li hev kir û rewşa heyî wekî xwe bimîne."

Fermandarekî tabûra Artêşa Idlibê ya Azad ji ajanseke Almanî re axivî û rexneya vê lihevkirinê kir û wiha got: "Ev ne lihevkirina dawîn a di navbera Ehrar El-Şam û Heyet Tehrîr El-Şam de ye. Ez bawer dikim beriya ku nivîsa lihevkirinê li ser rûpel ziwa dibe şer dê dîsa derkeve, ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam tu tabûrên din ji bilî xwe qebûl nake û piştî çend rojan heman senaryo dê dubare bibe."

Heman fermandarî rola Tirkiyeyê li herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne rexne kir û wiha anî ziman: "Xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê tenê li şerê di navbera tabûrên opozîsyonê de temaşe dike."

El-Quds El-Erebî: Îstixbaratên Amerîkayê; rêjîma El-Esed êrîşa gaza kilor li Helebê çêkiriye

Rojnameya El-Quds El-Erebî got ku ajansa Bloomberg eşkere kir ku îstixbarata Amerîkayê dibêje ku êrîşa bi gaza kilor li dijî bajarê Helebê ku rêjîma Sûriyê îdia dike ku opozîsyonê beriya çend rojan pêk aniye, çêkiriye û ji aliyê rêjîma El-Esed ve hatiye plankirin.

Hate gotin ku ev encama ku îstixbarata Amerîka bi dest xwe ve aniye dibe ku van saetên pêş de were belavkirin ku ev êrîş "ne gaza kilorê ye, lê belê gaza herikandina rondikan e."

Îstixbarata Amerîkayê di vê nirxandina xwe de xwe dispêre gelek nîşandeyan. Di nava wan de rêze şopandina çapemenî ya ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên rêjîm û Rûsyayê û piştî demeke dirêj çîrokatiya wan li hev hat. Di hin raporan de hate gotin ku fûzeyên bi gaza kilor hatine bikaranîn û di hin raporên din de jî hate gotin ku topên hewanê ne, nemaze "analîza pîşeyî ya ji dîmen û wêneyan re ku dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê weşandin."

El-Heyat: Îsraîl wêneyên tunelên Hizbullahê diweşîne û Lubnanê jî bersiv da ku ev ne nîşande ne

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Heyat diyar kir ku serokê parlemanê Nebîh Berrî gotiye ku Îsraîlê ti nîşan û agahî der barê hebûna tunelan de li ser sînorê di navbera herdu welatan de pêşkêş nekirine.

Rojnameyê diyar kir ku di vê çarçoveyê de berdevkê artêşa Îsraîlê Afîxayî Aderhî hin wêne kargeheke çêkirina bilokan a welatiyekî sivîl li bajaroka Kefer Kela belav kirin ku "cihê destpêka tunela Hizbullah e" û got ku ev avahî heta sala 2014'an weke kargeheke bilokan dihat bikaranîn. Aderhî îdîa kir ku tunel nêzî 40 metreyan derbasî Îsraîlê dibe.

El-Ereb: Tirkiye xebatên navdewletîkirina doza kuştina Cemal Xaşiqçî bi lez dike

Girêdayî hewldanên Tirkiyeyê ya sûdwegirtina ji kuştina rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî rojnameya El-Ereb diyar kir ku Enqere şîroveyên hin têklidarên Amerîkî ya doza Xaşiqçî ji xwe re bikar tîne da ku zextên xwe li ser Siûdiyê zêde bike.

Tirkiyeyê di çarçoveya pêşketinên di doza Xaşiqçî de xebateke mezin ji bo navdewletîkirina dozê da meşandin da ku Siûdiyê di aliyê navneteweyî de tecrîd bike.

Şerq El-Ewsat: Danûstandinên destpêkê ji 6 salan ve der barê aloziya beyarê de

Girêdayî aloziya beyarê ya di navbera Mecrib, Cezaîr û Morîtanyayê de "eniya Polîsariyo" di navbera wezîrên karên derve yên van dewletan de danûstandin piştî şeş salan cara yekemîn hatin destpêkirin. Her wiha li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî hewl didin çareseriyeke siyasî peyda bikin.

El-Heyat: Zerîf; pêkanîneke "nehînî" ya rêbazên Ewropayê

Girêdayî mijara cezayên Amerîkayê li ser Îranê rojnameya El-Heyat diyar kir ku wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Zerîf got ku Yekitiya Ewropayê dê rêbazeke "nehînî" pêk bîne da ku xwe ji cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê biparêze.

El-Ereb: Silêmanî zextê li Bexdayê dike da ku El-Feyad bike wezîrê karên hundir

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb diyar kir ku hevdîtinên di navbera fermandarê Feyleq El-Qudis yê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê Qasim Silêmanî û oldarên sunnî yên li Iraqê nîşanên daxwaza Îranê ya wergirtina piştgiriya rayedarên Sunnî ye da ku rê li pêşiya derketina dijberên Îranê bigire yên weke El-Qaîdê yan DAIŞ'ê. Ev hewldana Silêmanî ji bo erkdarkirina fermandarê Heşd El-Şehbî di paya wezîrê karên hundirîn de ye.

El-Heyat: Rexneyên destberdana hikumetê ji sozên xwe yên ji xwepêşandanan re li Besrayê

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku Buroya "Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan" a Besrayê ji her du hikumetên federal û hundirîn xwest ku xwedî li sozên xwe yên dane xwepêşandaran derbikeve. Her wiha asta xizmetguzariyê li parêzgehê bi pêş bixe.

Şerq El-Ewsat: Danûstandinên aştiyê yên Yemenê îro li Siwêdê dest pê dikin

Der barê xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Yemenê re rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku şandeyê navneteweyî yê ji bo Yemenê Martin Griffiths ragihand ku danûstandinên aştiyê yên Yemenê dê îro li Siwêdê bêne destpêkirin. Griffith spasiya hikumeta Siwêdê ji bo pêşwazîkirina van danûstandinan kir. Her wiha spasiya hikumeta Kiwêtê kir ku rêwîtiya şandeya Hûsiyan ji bo beşdarî danûstandinan bibe hêsan kiriye.