Şêniyên Efrînê: Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes ji me re nebû alîkar

Şêniyên Efrînê ku neçar mane ji Efrînê derkevin û li Şehbayê bi cih bûne, demsala havînê di nav kampan û malên wêrankirî de û di nava derfetên kêm de qedandin. Bi hatina zivistanê re li dora xwe ji bilî Rêveberiya Xweser tu rêxistinên din nedîtin. Rêveberiyê ruxmî derfetên kêm, mazot û sobe ji şêniyan re peyda kirine.

Şêniyên Efrînê: Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes ji me re nebû alîkar
Şêniyên Efrînê: Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes ji me re nebû alîkar
Şêniyên Efrînê: Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes ji me re nebû alîkar
Şêniyên Efrînê: Ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes ji me re nebû alîkar
6 kanûn, 2018   08:40

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê tekez dikin ku piştî derketina wan ji Efrînê û bicihbûna wan li kantona Şehbayê tu rêxistineke têkildarî mafên mirovan alîkariya wan nekiriye. Her wiha destnîşan kir ku ji bilî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê ruxmî derfetên kêm, destekên derûnî û madî pêşkêş nekirine.

Bi hatina zivistanê re Rêveberiya Xweser sobe û mazot ji şêniyan re peyda kirin û li wan belav kirin. Têkildarî mijarê endama Meclisa Kantona Efrînê Xatûn Ehmed ji ajansa me re axivî û tekez kir ku wan erka pêşkêşkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê ku li kamp û gundên herêma Şehbayê bi cih bûne hilgirtiye ser xwe. Ji ber ku tu rêxistinên navdewletî alîkarî pêşkêş nekirine.

Xatûn wiha domand: "Tevî xebatên ku rêveberiyê di warê xêrxwaziyê de rojane ji şêniyan re alîkariyê pêşkêş dike, bi hatine zivistanê re me sobe û mazot ji şêniyan re peyda kir. Me para her malbatekê bermîlek mazot û sobeyek belav kir." Her wiha Xatûn destnîşan kir ku di peydakirina mazotê de rastî gelek zehmetiyan hatine ji ber ku herê hatiye dorpêçkirin. Her wiha diyar kir ku ev dorpêç li hember hewldanên rêveberiyê ji bo peydakirina pêdiviyên zivistanê ji cil û xalîçeyên zivistanê dibe asteng.

Girêdayî heman mijarê dayika Medîne Mihemed a ku li gundê Ehdas bi cih bûye, wiha got: "Divê tevahiya cîhanê bizanibe ku heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, em dest ji berxwedana xwe bernadin. Mayîna me li van malên wêrankirî û di vê sermê de tenê bi armanca ku em bi serfirazî vegerin Efrînê ye."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Hêvîn Birîm destnîşan kir ku ew nêzî 8 mehan ji Efrînê derketine û heta niha tu rêxistineke mirovî alîkariya wan nekiriye û wiha pê de çû: "Bi rihê Berxwedana Serdemê em li kantona Şehbayê li berxwe didin. Di dirêjahiya dema ku em li vir in, tu rêxistinên mirovî alîkariya me nekirine ji bilî Rêveberiya Xweser. Rêveberiyê kamp ji me re peyda kir, malên herêmê restore kir, pêdiviyên jiyanê yên rojane bê pere ji me peyda kir û di van demên dawîn de bi hatine zivistanê re sobe û mazot ji şêniyan re peyda kirin."

(şx)

ANHA