Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyên 4 şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê veşartin. Di merasîmê de nasnameya şehîd Mehmûd Helewî (Şiyar Cefer) jî hate eşkerekirin.

Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin
Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin
Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin
Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin
Şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîdan a Til Temirê hatin oxirkirin
5 kanûn, 2018   13:51

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên şervanên YPG`ê Ednan Birahîm (Zagros Cebel), Mihemed Xelaf (Ararat), Xidir Xelaf (Diyar) û Xidir Elî (Serdar) ku 24 Mijdarê li Dêrazorê şehîd biûbûn, ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin û berê xwe da Goristana Şehîdan a Til Temirê.

 Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Paşê ji fermendarên YPG`ê Ziyad Kurdê û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hemdiyê Kotê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin bi saya fedakariyên şehîdan destkeftiyên gelên herêmê hatine parastin. Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan da heta rizgarkirina herêman ji dagirkeran û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Idrîs Tahir wesîqetên şehadetê yên her çar şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Nasnameya şehîdekî hate eşkerekirin

Her wiha di merasîmê de nasnameya şehîdê YPG`ê  Mehmûd Helewî (Şiyar Cefer) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, hate eşkerekirin.

Ji hêla malbatên şehîdan ve jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Piştre girseya gel cenazeyên 4 şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan de spartin axê.

ANHA