Welatiyekî Kobanê ev 4 roj e agahî jê tune ye

Welatiyê ji Kobanê yê bi navê Hogir Ehmed beriya 4 rojan ji mala xwe derket û careke din venegeriya. Malbatê ji kesên xwedî agahî xwest heke agahiyekê der barê kurê wan de hildin, li wan bigerin.

Welatiyekî Kobanê ev 4 roj e agahî jê tune ye
5 kanûn, 2018   13:57

KOBANÊ

Malbata Hogir Ehmed bang li aliyên pêwendîdar û şêniyan kir heke agahiyekê der barê kurê wan hildin, xeberê bidin wan.

Hogir Ehmed beriya 4 roja ango roja Înê saet di 17:00‘an de ji mala xwe derketiye, careke din venegeriya. Mala malbata Hogir Ehmed li taxa Botana Rojava ya Kobanê ye.

Malbatê xwest kesên agahiyekê der heqê kurê wan de bibihîzin, bila li vê nimarayê bigerin û agahiyê bidin wan: 0991741405.

(ekîb)

ANHA