YPG’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe şehîd Şiyar Cefer ku li eniya Hecînê şehîd  bûye, ragihand.

YPG’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
5 kanûn, 2018   13:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastin Gel (YPG) di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser malpera xwe ya fermî de eşkere kir ku şervanê wan Şiyar Cefer (Mehmûd Helewî) şehîd bûye. YPG’ê diyar ragihand ku şehîd Şiyar Cefer li eniya bajarokê Hecînê ya Dêrazorê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de piştî berxwedaneke mezin şehîd bûye.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Me di daxuyaniyeke xwe da ragihandibû ku di 24’ê Mijdarê de li eniya Hecînê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên giran qewimîbûn û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê piştî derbên giran xwarin, neçar man paşde vekişin. Di wî şer û berxwedanê de hevrêyê me Şiyar Cefer piştî berxwedaneke bêhempa şehîd ket.

Em hevrêyên xwe yên ku ji bo azadiyê tê koşiyan û bi qehremanî gihîştin şehadetê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîd re, sersaxiyê ji tevahiya gelê me re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

*****
Nasnav: Şiyar Cefer
Nav û Paşnav: Mehmûd Helewî
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Til Temir
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24 Mijdar 2018”

ANHA