Şandeyek jinên Almanî serdana jinên Reqayê kir

Şandeyek jinên Almanyayê serdana sazî û meclisên herêmî yên bajarê Reqayê kir. Şande li sazî û dezgehên bajar digere û her wiha xebatên jinan li bajêr di tevahiya saziyan de dişopîne.

Şandeyek jinên Almanî serdana jinên Reqayê kir
Şandeyek jinên Almanî serdana jinên Reqayê kir
Şandeyek jinên Almanî serdana jinên Reqayê kir
5 kanûn, 2018   11:16

REQA

Şandeyek jinên Almanyayê serdana Mala Jinan a bajarê Reqayê kir da ku rewşa jinan piştî ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û asta ku jin gihîştinê piştî çend salan ji zilm û zorê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li ser wan hatibû ferzkirin, bibînin.

Piştre şande li bajarê Reqayê geriya, serdana meclisên herêmî kir û rewşa jinan û çawaniya birêxistinkirin û birêvebirina wan dît. Şandeyê tekez kir ku tiştên ku wan bi çavên xwe dîtin, ne wekî ku hindek dezgehên çapemeniyê îdia dikin ku jin heta niha di bin zilm û zorê de ne.

Her wiha destnîşan kirin ku wan dît ku çawa jinên bajarê Reqayê rola xwe di hemû saziyan de digire.

Şande serdana xwe li Reqayê didomîne da ku rewşa jinan û tevahî bajar bi awayekî baştir nas bike.

(bx)

ANHA