Bi hev re êrîşa çeteyan têk birin û serkeftina xwe pîroz kirin

Şêniyên gundê Ebû Hemam di qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê piştgiriya hêzên Ewlehiya Hundirîn û şervanên  QSD`ê kirin û li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê sekinin. Şêniyên tevî hêzên Ewlehiya Hundirîn êrîşên çeteyan têk birin û serkeftina xwe pîroz kirin.

Bi hev re êrîşa çeteyan têk birin û serkeftina xwe pîroz kirin
5 kanûn, 2018   07:20

DÊRAZORÊ

Qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xwe dewam dike. Hêzên Ewlehiya Hundirîn tevî şêniyên herêmê destekê didin şervanên QSD`ê.

Şêniyên gundê Ebû Hemam ê dikeve rojavayê Hecîn 20 kîlometre ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê gelek zor û zehmetî dîtin. Ji ber wê îro di qonaxa dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê destek didin şervanên QSD`ê û hêzên Ewlehiya Hundrîn. Armanca wan ew e ku gundên herêmê jî weke gundên wan ji terora çeteyên DAIŞ`ê werin rizgarkirin.

Dema ku şer li eniya Hecîn dijwar bû, şêniyên gundê Ebû Hemam çekên xwe rakirin û tevî hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe dan çeperên şer da ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê bisekinin. Şêniyan destek dan şervanên QSD û êrîşa çeteyan têk birin.

Di dîmenê vê nûçeyê de kêfxweşiya şêniyan bi serkeftinê û çawaniya pêşwaziya hêzên Ewlehiya Hundirîn, diyar dibe.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku şervanên QSD`ê gundê Ebû Hemam 30`ê Mijdara 2017`an di hemleya Bagera Cizîrê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ji bo rizgarkirina gundewarên Dêrazorê hate destpêkirin, hate rizgarkirin.

(bx)

ANHA