‘Girtina buroyên siyasî nakeve xizmeta hewldanên yekrêziya Kurdan’

Siyasetmedarên navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku girtina buroyên siyasî li Başûrê Kurdistanê nakeve xizmeta yekrêziya gelê Kurd û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin.

‘Girtina buroyên siyasî nakeve xizmeta hewldanên yekrêziya Kurdan’
‘Girtina buroyên siyasî nakeve xizmeta hewldanên yekrêziya Kurdan’
5 kanûn, 2018   06:46

RÊNAS REMO /QAMIŞLO

Hikumeta Başûrê Kurdistanê buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Başûr bi sedema ku fermiyet ji Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê negirtiye girt. Tevî  ku tevgerê hemû belgeyên qanûnî  ji hikumeta Herêmê re ji sala 2014`an ve pêşkêş kiriye û ruxset ji hukumeta Iraqê jî di sala borî de girtiye.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê navçeya  Tirbespiyê Hisên Xalid ji ajansa me re axivî û got:"Biryara girtina buroyên siyasî di dema ku gelê Kurd hêvî dike ku yekîtiya xwe ava bike û Kongreya Neteweyeyî ya Kurdistanê li dar bikeve, hatiye. Ev biryar cihê mixabiniyê ye û xizmeta hewldanên yekîtiya refa kurdî nake."

Xalid destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide bi hemû şêwazan yekîtiya refa kurdî têk bibe û wiha domand: "Êrîşên Tirkiyê li ser Efrîn û xaka Başûr  Kurdistanê û helwesta wê li beramberî Kerkûkê di nav wan komployan de ne û mîna van biryaran xizmeta planên Tirkiyê dike."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Xalid got:" Gelo sedema ku hikumeta Başûr ruxset nade partiyek siyasî Kurd di dema ku Iraq ruxseta dide heman partiyê çi ye?.”

Ji aliyekî xwe ve serokê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno destnîşan kir ku dewletên herêmî li Rojhilata Navîn dixwazin xwe li herêmê serdest bikin, ji lewre divê  hikumeta herêma Kurdistanê rê nede tu destwerdanên derve ku yekîtiya Kurdan têk bibe.

Her wiha Keno anî ziman ku firseteke dîrokî ye ku bi dest gelê Kurd ketiye da ku hêviyên gelê Kurd pêk bînin, lê biryarên bi vî awayî hemû hewldanên yekîtiyê û li darxistina Kongreya Neteweyeyî ya Kurdistanî binpê dikin.   

Di dawiyê de Kovan Keno banga pêwîstiya avakirina yekîtiya refa Kurdî, li darxistina Kongreya Neteweyeyî ya Kurdistanê û sekinandina li hember her biryarek an jî aliyek ku parçebûna yekîtiya gelê Kurd armanc dike li partiyên Kurd kir.

ANHA