Endamê Kongreya Amerîkayê tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî nirxand

Reportaj Summay

Endamê Kongreya Amerîkayê tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê erênî nirxand
28 mijdar 2018   06:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett: "Divê em li beramberî tecrubeyê bakûrê sûriyê bi awayekî cidî nêzîk bi bin.”

Endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett bi mebesta ku tecrubeya demokratîk a li herêmê ji nêz ve nas bike û rewşa li vir bighîne gel û rayedarên Kongreya xwe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê têkildarî mijarê me hevdîtin bi endamê Kongreya Amerîkayê Thomas Alexander Garrett kir.

-Sedemên ku hiştin hûn serdana Bakur û Rojhilatê bikin, çi ne?

Di siyasetên dewletên yekbûyî de hin şaştî hene. Li gorî min divê werin bakur û rojhilatê Sûriyê û rola erênî ya rêveberiya xweser hîn bibin û bi çavê xwe bibînin. Armanca min ewe ku vê rewşê îro bigihînim Washingtonê û hêvî dikim ku em di pêşerojê de şaştiyan nekin.

-Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya 7 salan ve li şûna cîhanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîna azadiyê dike, lê niha dewletên cîhanê li hebûna vê gelê nanêre, di nêrîna we de sedemên vê yekê çi ne?

Ez li hemberî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hurmet nêz dibim. Sedema serdana min ew e ku rê li pêşiya Amerîkayê vekin da ku îtîrafê bi vî gelê ku ji bo azadiya xwe tê dikoşe bike. Gelek tişt hene divê di siyaseta derve ya dewletên yekbûyî de li Rojhilata Navîn cihên sereke bigirin. Divê ku ji mafê mirovan re wekheviyê û nirxên hevbeş re rêz bê girtin. Lê di heman demê de divê fikarên dewletên yekbûyî ji nêzîkatiyên Îran, Tirkiyê û Rûsya li dijî herêmê hebin.

Ez bi xwe tecrubeya pêşeng a bakur û rojhilatê Sûriyê gelek baş dinirxînim. Pêwîste em li beramberî bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî cidî nêzîk bibin. Dema ez vegerim ez ê pêşketinên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi hevalên xwe re parve bikin.

-Di navbera QSD û Koalîsyona Navdewletî de levbendiyek heye, lê her çend ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk DAIŞ'ê li herêmê têk dibe dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilata Sûriyê dike, hûn van êrîşan çawa dibînin, çima heya niha hêzên NATO ku hûn jî endamekî wê ne bê deng in?

Bi rastî, ji binpêkirinên Tirkiyê yên êrîşên li dijî hevalbendên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ez pir aciz im. Heger biryar di destê min de baya mine hemû têkilî bi Tirkiyê re qut kiribane. Lê ez biryarên siyasî yên giştî yên welatê xwe diparêzim. Welatê min jî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî mafê mirovan ne razî ye. Lê ez bang li welatê xwe dikim ku girîngiyê bide vê herêmê û tecrubeya demokratîk û berxwedana mezin a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞ'ê dimeşîne. Ez berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk silav dikim. Divê em berxwedaniya wan bi nirx bibînin. Di heman demê de fikarên me ji rola Rûsiya li herêmê hene.

-Gelê herêmê ku welat diparêze, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya koalîsyonê û Amerîkayê ya der bare êrîşên Tirkiyê de dan. Xwendina we li ser vê yekê çi ye gelo?

Ev cihê mixabiniyê. Texmîn dikim ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê dewletên yekbûyî, divê li ser binpêkirinên Tirkiyê û êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî cidî be. Tirkiye di serî de Erdogan şerê mafê mirovan dikin. Me bi çavê xwe û di kamereyan de dît çawa zêrevanên Erdogan dema ku serdana dewletên yekbûyî kir êrîşî xwepêşandarên li dijî siyasetên wî derdikevin, kirin.

Dewletên yekbûyî di destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyê gelek kêmasî kirin. Diviya bû ku me di destpêkê de piştgirî dabuya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk, ên ku bi lehengî şer dikirin. Divê ku me piştgirî bida jinên rêzdar ên ku ji bo welatê xwe şer dikin û divê me destek bidaya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku ev tecrûbyeke nû ye, rêzê dide hemû baweriyan û mafê mirovan.

Li ser navê demokrasiyê cihê şermê ye ku, komên ku dewletên yekbûyî destek didan wan ku di dawiyê de veguherîn rêxistinên terrorist. Divê em kêmasiyên berê dûbare nekin. Ez bang li her kesên ku bi taybet ez wan nas dikim, divê tercrubeya demokratîk a pêşeng a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin.

-Gelek lêkolînerên siyasî dibêjin ku pêwîste Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemberî binpêkirinên der heqê herêmê de helwesta xwe diyar bike. Li ser vê mijarê nêrîna we çi ye?

Bi rastî 435 endamên parlamantoyê û 100 endamên kongrê hene. Di nêrîna min de di nav hêzên siyasî yên li welatê me de lîstokên gelek xurt hene. Ez hatim da ku her tiştî bi çavê xwe bibînim û rastiyê bi hevalê xwe re parve bikin.

-Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ragihand ku ew ê navendên çavdêriyê li ser sînor ava bike da ku nehêle şer di navbera QSD û dagirkeriya Tirkiyê de derkeve, hûn vê gave çawa dinirxînin?

Ez zêde li ser vê biryarê nizanin, lê ez piştgiya avakirina nuqteyên hevbeş ên çavdêriyê di navbera hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikim.

ANHA