Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst

Komîteya Lezgîn a girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê ji bo rê li ber kombûbna avê li taxan bigire tedbîrên pêwîst girtine.

Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst
Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst
Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst
Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst
Ji bo rê girtina li ber lehiyê tedbîrên pêwîst
4 kanûn, 2018   16:39

KELSÛME ELÎ-RAPERÎN TEHLO/QAMIŞLO

Bi hatine zivistanê re gelek baran li herêmê Cizîrê barî û hin caran bû sedema lehiyan. Kombûna avê li taxan û zirar gihand hindek şêniyan.

Ji bo rê li ber kombûna avê û lehiyan bê girtin, Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê Komîteya Lezgîn ava kir. Erka vê komîteyê di rewşên rabûna lehiyan de alîkariya şêniyan bike.

Şaredariyê di serî de ji bo ku av kom nebe li hin taxan ragar ava kirin. Lêçûna projeya avakirina ragan 500 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Şaredarî dê li taxên ku av lê kom dibin ragarên zêde ava bike.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Şaredariya Gel ji bo girtina tedbîrên pêwîst di nav kolan û taxên bajêr de dewriyeyan dimeşîne.

Her wiha Komîteya Lezgîn ku li bajarokê Girk Legê hatiye avakirin ji 10 endaman ku ji hemû beşên şaredariyê pêk tê, 24 saetan dixebite û li gel wê alavên xizmetguzariyê yên pêwîst hene.

Alavên xizmeguzariyê yên li gel Komîteya Lezgîn ev in: Ambulansek biçûk, 2 tireksên mezin û yek biçûk, amûra paqijkirina toreyên kanalîzasyonê. Endamên komîteyê 24 saetan li gorî şêwaza nobedariyê dixebitin.

Li gorî berpirsên Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê, komîteyên lezgîn li şaredariyên gel ên gundewarê navçeya Girkê Legê hatine avakirin, weke Şaredariya Gel a gundên Mistefawiyê û Erûr.

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Evîn Ebas tekez kir ku şaredarî hewl dide Komîteya Lezgîn bi tevlêbûna saziyên ewlekariyê, xizmetguzariyê û tenduristiyê berfire bike. Her wiha tê payîn ku 4 endamên din nûnerên Hêzên Asayîşê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Parastinê û Heyva Sor a Kurd tev li komîteyê bibin.

(şx)

ANHA