ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.12.2018
5 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê du şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne bi merasîmekê li Goristana Şehîdan vedişêrin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi dirûşmeya " Bi hev re em tecrîdê bişkînin, dîktatoriyê hilweşînin û netewa demokratîk ava bikin" meşekê li dar dixe. Meş ji ber qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Egîd tê organîzekirin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbarhîm El-Qeftan diyar kir ku Tirkiyê di civîna dawî ya Stenbolê de gef li 4 dewletên Ewropayê kir ku heger dest bi operasyona Idlibê bike ew ê terorîrstan derbasî Ewropayê bike . El-Qeftan anî ziman ku Tirkiyê bi rêya hin wilatiyên Sûriyê hewl dide dagirkiriya xwe rewa bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hejmarek siyastmedarên navçeya Tirbespiyê gotin, girtina ofîsên partiyên li Başûrê Kurdistanê nakeve xizmeta gelê Kurd û hêviyên wê yê yekitî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser erdê xwe îsbat kir û got, ev proje li pêşiya planên Tirkiyê yên têkbirina ewlehiya herêmê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya girava birçîbûnê ya Leyla Guven û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya girava birçîbûnê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derketina wan ya bi zorê ji Efrînê lê pêşiya hêviyên wan ya fêrbûna saz û stranan nebû asteng, ji bo xewa hevala xwe ya şehîd Heyfa pêk bîne careke din li hev civiyan û koma xwe ji nû ve rêxistin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêviyên zarokên wê di bin kavilan de man, her yek ber bi bajarekî ve derket, lê îradeya wê ji kiryarên çeteyan xurttir e ku doza bicihanîna xewnên zarokên xwe dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyeke niştimanî ji bo geşkirina çand û kevneşopiya Reqayê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mudîriyeta Çandîniyê ya girêdayî Komîteya Aboarî ya Tebqayê belavkirina tov û semad li cotkaran didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA