Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin

Di nava şerên dijwar şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl li eniya Hecînê rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin
Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin
4 kanûn, 2018   11:43

DÊRAZORÊ

Li eniya Hecînê ya Dêrazorê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar didome. Şervan li herêmê bi pêşde diçin.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re diyar kir ku ji şevê din û heta saetên sibê şer bi dijwarî dewam dike. Şervanên QSD`ê gelek sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê ji şevê din û heta saetên vê sibê hezar û 200 sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. sivîlên ku hatin rizgarkirin di nava wan de zarok û jin hebûn.

Li gorî çavkaniyê leşkerî ku sivîlên hatine rizgarkirin ji aliyê hêzên Ewlehiya Hundirîn ve ber bi herêmên bi ewle ve hatin birin.

(bx)

ANHA