Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 769'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kirin
4 kanûn, 2018   11:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Raziye Tûrgût ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 769’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve ji bo hevdîtinê serî lê didin û 768 caran serlêdan bi hincetên cihê hatin redkirin.