Girêdayî teqîna li Qamişloyê daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê destnîşan kir ku 2 endamên Hêzên Parastina Civakî di encama teqîna ku îro li Qamişlo rû daye de birîndar bûne û piştrast kir ku dê xebatên xwe ji bo girtina endamên şaneyên razayî bidomînin.

Girêdayî teqîna li Qamişloyê daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn
4 kanûn, 2018   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Bakurê Sûriyê têkildarî teqîna ku vê sibê li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo rû daye, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:

"Îro serê vê sibê di 4'ê Kanûna 2018'an de saet di 07:55'an de li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo mayinek bi trimpêleke Hêzên Parastina Civakî ve teqiya. Di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Civakî birîndar bûn û ji bo dermankirina wan ber bi nexweşxaneyê ve hatin veguhastin.

Em wek Hêzên Ewlehiya Hundirîn soz didin gelê xwe ku em ê van şaneyên razayî yên terorîst tune bikin û endamên wê radestî dadgehan bikin da ku bêne cezakirin."

ANHA