YPG`ê encamên çalakiyên meha Mijdarê eşkere kir

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya YPG`ê encamên şer û çalakiyên meha Mijdarê eşkere kir û da zanîn ku di meha Mijdarê de di encama çalakiyên hêzên wan li Efrînê 25 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

YPG`ê encamên çalakiyên meha Mijdarê eşkere kir
4 kanûn, 2018   10:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê meha Mijdarê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me YPG û YPJ li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî dagirkerî û her cûre hewldanên terorî têdikoşin. Bi taybet li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî û li Dêrazorê li dijî rêxistina terorî ya DAIŞ’ê şer û berxwedanekî bêhempa tê meşandin. Her wiha Yekîneyên Antî-Teror (YAT) di gelek herêman de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonên serkeftî li dar xistin. Di encama van operasyonan de pêşiya gelek êrîşên terorî hat girtin û ev şaneyên veşartî ketin destê hêzên me.

Encamên giştî yên têkoşîna me ya li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wî û çeteyên DAIŞ’ê ya di meha Mijdarê de wiha ye;

-Di dirêjahiya meha Mijdarê de hêzên me li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wî 9 çalakî li dar xistine. Di encama çalakiyên sekvanî, kemîn, sabotaj û serdegirtin de;

- 25 çeteyên dagirker hatin kuştin.

- 20 çeteyên dagirker birîndar bûn.

- Di encama çalakiyên hêzên me de 3 seyareyên leşkerî hatin rûxandin, 2 seyareyên leşkerî jî hatin derbkirin.

-Di dirêjahiya meha Mijdarê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) 6 operasyon, tîmên operasyonên taybet jî 26 operasyon li dijî DAIŞ’ê li dar xistine. Di encama operasyonên hatin li dar xistin de;

- 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

- 16 mayin hatin desteserkirin. ( Ji van 9 yê DAIŞ’ê, 7 jî yê MIT’ê ne)

- 1 çeka Kalaşnîkof (AK-47), 1 damançe, 5 telefon û gelek belge hatin desteserkirin.

Di encama van operasyonan de pêşiya 9 hewildana êrîşan hat girtin.

-Di nav meha Mijdarê de 53 rêhevalên me di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di encama berxwedanekî bêhempa ya li dijî DAIŞ’ê de, rêhevalek me li Holê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de û 6 rêhevalên me jî di encama qezayan de şehîd ketin.”

(kc)