Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin

Li bajarê Reqayê sûk ji nû ve geş dibin û tevgereke zêde ya kirîn û firotinê çêbûye û li van sûkan tevahiya berhemên çandinî, pîşesazî peyda dibin û têrbûneke navxweyî li wan sûkan heye.

Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
Sûkên Reqayê ji nû ve geş dibin
4 kanûn, 2018   09:58

EMAR EL-XELEF / REQA

Axa Reqayê ji bo çandiniyê guncaw e û ji ber hebûna ava çemê Firatê hejmareke pir mezin ji gel debara xwe bi çandiniyê dike. Bi gotineke din karê çandiniyê li herêma Reqayê yek ji karên sereke ye ku gel pê debara xwe dike.

Piştî rizgarkirina bajêr ji hêla QSD’ê ve, komîteyên pêwendîdar îhtiyacên cotkaran pêk anîn û jiyan ji nû ve li sûkên bajêr geş bû. Pêşketinên ku çêbûn, Reqa bû jêdera ku pêdiviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî dike. Li bajarê Reqayê, ji ber ku êdî tevahî cureyên sebze û gelek madeyên xwarinê û pêdiviyên din tê de tên peydakirin, sûk qerebalix bûye.

Her wiha sedema ku gel vedigere bajêr firsetên kar û çandiniyê ne û ev jî dihêle ku di bajêr de têrbûneke navxweyî ji sebze û fêkiyan çêbibe. Firoşkar Ehmed El-Elî têkildarî mijarê wiha got: “Ez sebze û fêkiyan li sûka kesk difiroşim û di hundirê bajêr de tevahî berhemên xwarinê hene. Nirxê wan ji bo tevayî gel jî guncaw e. Buhayên wan wiha ne: kîloya kartolan 200 LS , firengî 250 LS, bacan 250 LS, xiyar 250 LS, îsot 500 LS û fêkî jî wek mûz 500 LS,  gizêr 200 LS,  sêv 200 LS,  porteqal 125 LS ye.

Hemwelatiya bi navê Şadî El-Kesar jî wiha got: “Sûka Reqayê yek ji sûkên bazirganiyê ye û pêwîst nake ku sebze ji deverên din werin.”

Hemwelatiyê bi navê Mistefa El-Hesen jî wiha axivî: “Îro sûka bajarê Reqayê ji bo tevahî Bakur û Rojhilatê Suriyê sûkeke girîng e. Ji ber tevahiya cure pêdiviyên bazirganiyê û bi buhayên guncaw lê hene.”

Yek ji firoşkarên şîraniyê li kolana Girê Spî li navenda bajarê Reqayê kar dike, navê wî Umer El-Elî wiha got: “Li kolanan qerebalixeke mezin heye. Ew jî piştî derxistina çeteyan e. Hemd ji xwedayê dilovan re êdî jiyan vedigere bajêr û ez bangî her kesî ku ji Reqayê koç bûye dikim ku vegere bajarê xwe.”

ANHA