Ji bo parastina jinên Efrînê pêşnûmayek

Doktora qanûnên sivîl û mamosteya Zanîngeha Firatê û endama Rêxistina Nîda Cinêvê Zozan Îbrahîm çend kiryarên ku li dijî jinên Efrînê têne kirin, vegotin û wiha zagonên parastina mafên jinan li Efrînê  diyar kirin.

Ji bo parastina jinên Efrînê pêşnûmayek
4 kanûn, 2018   09:19

QAMIŞLO

Komcivîna navneteweyî ya"Qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Efrînê" di roja sêyemîn de didome. Mijara hiqûqî ya qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Efrînê ji aliyê Xebaş ve tê birêvebirin. Zozan Îbrahîm Mihemed, Daniyal Saûd, Cîrar Şaliyan û Ramî Abdulrehman dê li ser mijarê semîneran bidin.

Doktora qanûnên sivîl, mamosteya zanîngeha Firatê û endama Rêxistina Nîda Cinêv Zozan Îbrahîm kiryar dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, di serî de binpêkirinên li dijî jinan, her wiha guhertina demografîk a herêmê diyar kirin.

Di semînera Zozan Îbrahîm de ev tişt hate gotin:

"Şervanên YPJ/YPG`ê bajarê Efrînê ji hêzên rêjîma Sûriyê rizgar kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her sê kantonên Rojava; Cizîrê, Kobanê û Efrînê hate ragihandin. Jinan cihê xwe di nava rêveberiyê de girt û roleke girîng di sîstema Rêveberiya Xweser de lîst. Di dayîna biryaran de û pêşkêşkirina pêşniyara de rola jinan mezin bû. Jinan gelek cihên payebilind girtin. Ji wan hevserokatiya gelek deste û rêveberiyan kir. Rêjeya tevlêbûna jinan di hemû komîteyan kantona Cizîrê, Kobanê û Efrînê de ji sedî 40 bû. Jinan roleke pêşeng di avakirina bingehên demokratîk li ser esasê xwe birêxistinkirinê, avakirina meclis, akademî, kooperatîfên xweser de lîst. Her wiha hêza taybet bi jinan (YPJ) ava kirin, ku dikare herêmê ji êrîş û xetereyan biparêzin. Li ser vê bingehê şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin.

Saziyên ku bi jinan eleqedar dibin bi armanca parastina mafê jinan qanûnên taybet ji bo jinan derxistin. Ji wan qanûnanan, pirzewac, zewaca keçên temenbiçûk hate qedexekirin. Her wiha xwedîkirina zarokan ji dayikê re, berdana bi yekalî hate qedexekirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tevlêbûna jinan cihên ewle ji hemû pêkhateyên herêmê re peyda kirin. Her wiha zêdetirî 300 hezar koçber ji herêmên cuda yên Sûriyê ku ji ber şer û mirina li herêmên xwe reviyane û berê xwe dan herêmên ewle, pêşwazî kirin. Rêveberiyê derbasbûna wan ji kantonê re hêsan kir.

Dewleta Tirk a dagirker projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nekir. 20`ê Çileyê 2018`an bi alîkariya 20 hezar leşker ji fesîleyên radîkal ên Îslamî bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya neteweyî êrîşî herêmê kirin. Di êrîşên wê de hemû zagon û pîvanên navdewletî hatin binpêkirin. Binesaziya herêmê hate rûxandin. Bi hezaran sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha kuştin, revandin û îşkencekirin li herêmê çêbûn û para herî mezin ji kiryaran a jinan bû.

Li ser vê esasê em ê balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk a dagirer li Efrînê li dijî jinan û kiryarên ku piştî dagirkirina Efrînê çêbûne.

1- Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li ser Efrînê de mafên jinan binpê kirin.

2- Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajarê Efrînê.

Binpêkirina dewleta Tirk a dagirker li ser jinan di êrîşên li ser Efrînê de

Tirkiyeyê ku peymana Cinêv 4 îmze kiriye, neçar e ku qanûnên wê yên mirovî pêk bîne ango qanûnên der barê şer de. Ev qanûn, rêgezên ku pêwîst e di şer de werin pêkanîn, diyar dike. Ev rêgez mirovî ne, armanca xwe ew e ku sînor ji azarên encamên şer re deynin. Qanûna şerê çekdarî bi fikra ku dê şerê çekdar pêk were, dest pê dike, lê girîngiyê nade sedem û bihaneyên şer, nabêje gelo şer rewa ye yan na.

Bi wateyekî din, qanûn nabêje kijan aliyê şer rast e û kîjan şaş e, nabêje kijan alî di aliyê madî de di şer de lewaz e. Lê ev tişt wî ji rêzdarkirina qanûna navdewletî ya mirovî ji bo sivikkirina azarên şer ên sivîlan an jî şervanên ku nikarin şer bikin, nabexşîne. Ew tenê bang li hedefgirtina noqteyên leşkerî dike. Hedefgirtina sivîlan, bikaranîna çekên qedexekirî qedexe dike. Her wiha bang li komkirina birîndaran û kuştiyan, bicihanîna danûstandinên mirovî bi hemûyan re, rêzdarkirina milkên sivîlan, parastina zarokan û rêzdariya tîmên tenduristiyê di nav de yên ku sembola Xaça Sor, Heyva Sor û Kirîstala Sor radikin,  hêsankirina xebatên rêxistinên alîkariyê û xêrxwaziyê dike. Her wiha qanûn girtina esîran, bikaranîna sivîlan wek mertalên zindî, koçberkirina şêniyên resen, talankirina sivîlan û kiryarên tolhildanê qedexe dike. Lê ji bo jinan divê danûstandin pê re bi awayekî mirovî were kirin, jiyana wê were parastin û neyê îşkencekirin an jî tecawizkirin an jî wek êsîr neyê girtin û her wiha di hinek rewşên binçavkirinê de divê jin bi awayekî taybet werin parastin û bêyî dadgehkirineke adil li gorî madeya 27 benda 2 ji hevpeymana Cinêvê ya çaremîn li dijî wan tu ceza nayê birîn. Ji rêgezên bingehîn ên hevpeymanên Cinêvê û her du protokolên girêdayî wê, wekheviya di navbera jin û mêran de ye, li gorî madeya 12 ji hevpeymana yekemîn û madeya 16 ji hevpeymana sêyemîn û madeya 27 benda 2 ji hevpeymana çaremîn û madeya 75 ji protokola  yekemîn, madeya 4 ji protokola duyemîn. Lê ji destpêkirina êrîşên dewleta Tirk û komên îslamê yên tunderew yên girêdayî wê li dijî Efrînê di 20'ê Çileya 2018'an de bajar hema bêje ji şêniyên xwe yên resen vala bûye û li şûna wan komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi cih bûne. Malên welatiyan talan û wêran kirin, zeviyên welatiyan şewitandin, xwezaya wê binpê kirin û navên kolan û dikanên bajêr guhertin.

Lê para jinan ji tundiyê ya herî zêde bû. Li dijî wan tundiya bedenî û derûnî weke rêbazek ji bo wêrankirina civakan û guhertina demografyaya herêmê pêk anîn. Her wiha bi danê zorê cilên reş li jinan kirin da ku azadiya wê bi sînor bikin.

Tevî wê jî gelek haletên mirinê ku di encama topbaran, çek û avêtina obûsan de pêk hatine, piraniya jinan ji ber kirinên tundiyê û koçberkirinê ji kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên bingehîn, birçîbûn, tîbûn, nexweşî û kêmasiya dermanan û xwarinê jiyana xwe ji dest daye. Gelek malbat bêyî ku kelûpelên pêwîst bi xwe re bibin ji qadên nakokiyan reviyane. Mînaka wê jina bi navê Xedîce Xelîl a ji gundê Baflûrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya 60 salî ye. Xedîce bi nexweşiya şekir ketibû, li ser rêya gundê Kîmarê dema ku ji şer direvî ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest da. Xedîce tevî keç û hevserê xwe bû. Dema wisa li Xedîcê hat hema yekser keça wê li gundên derdorê li avê geriya, lê dema vegerî dayika wê ji ber tîbûnê miribû. Hevserê wê cenazeya Xedîceyê di nav zeviyê nêzî rê ew veşart. Piştre rêya vegera gund li ser pêyan berdewam kirin û li bendê ne ku heta belgeyên fermî ji benda kontrolê ya dagirkeran re pêşkêş bikin da ku cenazeya Xedîcê dîsa derxin û bibin gundê wê veşêrin. Mînakek din jî jina bi navê Sebah Zênel e ya 62 salî ye. Sebah ji gundê Tilifê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye û bi nexweşiya kurçikê ketibû. Sebah ji ber nexweşiyê û ji ber kêmasiyên tenduristiyê li bajarê Nibul ê di bin serweriya rêjîma Sûriyê de ye jiyana xwe ji dest da. Hejmarên helatên wefatê di nav temenmezinên Efrînê de ji ber qedexekirina dagirkeran derbasbûna rêxistrinên mirovî zêde dibin.

Revandin û îşkencekirin

Di destpêka şerê li Efrînê jin hatin revandin, revandinên ji bo peran an jî bazirganiyê, di revandina wan de ceza hene, tirsa girêdayî şerefa malbatê wê heta dawiya jiyana xwe li pey wan be, pir caran li ser destê malbatên xwe tên kuştin.

Heta niha 36 kes hatine revandin û dibe ku hejmar ji vê bêhtir be, gelek malbat hene ku nabêjin keçên wan hatine revandin.

Şîdet û destdirêjî

Ji ber ev mijar hesas e, girtina agahiyan kêm bû, hemû fikr û adetên berê girêdayî şerefê ne, zêdetirî malbatan nabêjin ku keçên wan hatine revandin.

Li gorî jimareyên heyî, hejmara qUrbaniyên destdirêjiya cinsî 46 kes e.

Kiryarên dewleta Tirkiyeyê piştî dagirkirinê

Li gorî lîsteya Laheyê ya sala 1908’an (madeya 42-56) û û hevpeymana Cinêv a 4 (madeyên 27-34 û ji 47 -78) herwiha hin biryarên protokol, Efrîn bû herêmeke dagirkirî ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve û komên koalîsyona Sûriyê di dîroka 18/3/2018 de, ev yek li ser daxwaza Tirkiyê û komên çekdar pêk hat.

Tevî vê yekê jî, em dibînin ku Tirkiyeyê ji roja yekemîn ji dagirkirinê bi rêya çeteyên xwe gelek sûc û kiryarên xeter kirin, ji dizîn, talankirin, revandin, kuştin, revandin û koçkirina şêniyan bi zorê û guharandina demografîk û gelek sûcên din û gelek sûcên din, ev hemû jî di bin qanûna navdewletî sûcên şer û qirkirina komî û sûcên dijî mirovahiyê, ev yek li gorî raporên Efûya navdewletî û rêxistinên Human Rights Watch. Kuştina zarokeke 2 salî li Efrînê û kuştina dayîka wê,  di demeke ku welatî ji rewşa ewlekariyê ne razî ne, Hêzên polîsan û ewlekariya giştî ya niştîmanî azad zarok û dayîka wê kuştî li gundê Korka ya navçeya Mebatlî dîtin, çavkaniyên herêmî li bajarê Efrînê diyar kirin ku berpirsê tunekirina madeyên hişbirê li bajarê Efrînê Mehmûd Silo destdirêjî li gelek jinên Efrînê kirin, ya herî dawî keçeke ciwan û jineke ducanî destdirêjî li wan kir, hişt ku jina ducanî zarokê wê ji ber here.

Di dema dawî de, gelek jinan nikaribûn rola xwe li dervayî malê bilîstana, komên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li ser benda kontrolê ya Tirendê li Efrînê gule avêtin şêwekar Baharîn Birîno, ew rakirin nexweşxaneyê lê tu agahî derbarê rewşa wê de nehat zanîn.

Dewleta dagirker rê daye komên çekdar ku her tiştê bike, ew komên ku fikarên wan tundraw in û dibînin ku pêkhateya Kurd kafir in û xayîn in.

Dawî

Di dawiyê de û li ser esasê van agahiyên li jor û li gor hevrûkirina madeyên û zagon û hevpeymaniyên û rûdanên li Efrînê heta niha em dibînin ku ev bûyer giştî hevgirtîne û ev bûyerên ku dibin sûcên berbiçav in. ji bo teqezkirina van bûyeran ne mijareke zehmet e an jî karekî zore, li ser vê bingehê kengî civaka navdewletî û mirovî û saziyên wê eger niyet bikin ku van sûcan bi rêyên saziyên xwe dikarin bi hêsanî van tiştan bi dest xwe bixin û bi erka xwe ya exlaqî û mirovî li beramberî tiştê ku li Efrînê dibe, ragirin û divê lêpirsîneke bi edalet û li gor pêvanên zagona navdewletî bikin û van sûcan û kesên ku ev sûc kirin e bi belgeyan radestî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bikin.

Ji bo wê hin pêşniyar

1 – Divê biryar bên dayîn ji bo qedexekirina veguhestina çekan û çavkaniyên aborî ji komên ku kiryarên li dijî jinan pêk tînin.

2- Avakirina komîteyekê ji bo zelalkirina rastiyan û bişînin Efrînê ji bo tesbîtkirina kiryarên li dijî mirovahiyê ku di zagona navdewletî ya mirovî de wek qedexe tê naskirin.

3- Icbarkirina Tirkiyeyê wek endameke di saziya navdewletî de ku rêzê bide hevpeyman û belgeyên navdewletî, divê civaka navdewletî Tirkiyeyê wek dewleteke dagirker nas bike.

4- Zextê li Tirkiyeyê bikin ku bihêle rêya derbasbûnê bide dezgehên çapemeniyê, komîte, rêxistinên navdewletî, mirovî, alîkariyê, mafnas û hemû rêxistinên civaka sivîl û hemû pêdiviyên jiyanê derbasî Efrînê bê kirin.

(ekîp)

ANHA