Jinên Qamişlo: Em hemû Leyla Guven in

Jinên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe bi gireva birçîbûnê ya Leyla Guven re anîn ziman û bang li raya giştî, saziyên navdewletî û hiqûqî kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin.

Jinên Qamişlo: Em hemû Leyla Guven in
4 kanûn, 2018   07:32

SILAVA EBDULREHMAN – MALVA MIHEMED /QAMIŞLO

Hikumeta Tirkiyê 22'ê Çileyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Perlamentera Partiya Gelan a Demokratîk a bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê Leyla Guven ji ber helwsta wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê ew binçav kirin û 31'ê heman mehê ew girtin.

Leyla Guven bi armanca şermezarkirina tecîrda ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, 7'ê Cotmeha borî de dest bi gireva birçîbûnê kir.

girêdayî mijarê jinên bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn.

Nîzam Nûrî Xelîl got:"Wek jinên Rojava em ê piştgiriya Leyla bikin û heta kêliya dawî em bi wê re ne. Çalakiya Leyla pîroz e, ji bo aştî, mirovahî û azadiyê ye. Ew banga aştiya Rojhilata Navîn dike."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Emîne Emîn destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo hemû gelan û rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi gireva birçîbûnê kir.

Emîne kiryarên dewleta Tirk li dijî Ocalan şermezar kir û wiha domand:"Wek jinên Rojava em piştgiriya Leyla Guven dikin. Çalakiyên me berdewam in û eger were xwestin em ê dest bi gireva birçîbûnê bikin û em ê giyanê xwe feda bikin heta ku Ocalan azad bibe. Em hemû Leyla ne."

Di dawiyê de Emîne bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tevbigerin.

Gelo rêxistinên mafên mirovan ji kiryarên dewleta Tirk li ku derê ne ?

Zubeyde Elî Elî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember bûyerên ku li girtîgehên Tirkiyê rû didin şermezar kir û got:" Gireva Leyla didome. Gelo çavên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kiryarên ku li girtîgehên pêk tên nabînin? Gelo win li hemberî kiryarên Tirkiyeya li ku derê ne?."

Di berdewama gotinên xwe de Zubeyde anî ziman ku ew weke jin dê li ber xwe bidin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Zubeyde gireva birçîbûnê ya Leyla Guven bibîr xist û got:"Wek jinên Qamişlo erka me ye ku em li rex Leyla Guven bisekinin."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Fehîme Ebdullqadir axivî û got:"Wek sazî û şêniyên Qamişlo û navçeyên wê em ê çalakiyên xwe bidomînin û piştgiriya Leyla Guven bikin û tecrîdê rakin."

Fehîme di dawiyê de got:"Em kiryarên Tirkiyê li dijî jinan di girtîgehan de şermezar dikin. Bi me hemû hêza xwe em ê piştgiriya Leyla bikin û peyama min ji hemûyan re ew e ku; serî li hember faşizma Tirkiyê hildin.”

(ekîb)

ANHA