Cenazeyê şehîd Sultan li Tebqayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê û gundewarê wê cenazeya şervanê QSD‘ê Sultan El-Xerîb bi nasnav Zêbaq ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû spartin axê.

Cenazeyê şehîd Sultan li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Sultan li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Sultan li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Sultan li Tebqayê hate veşartin
3 kanûn, 2018   16:46

TEBQA

Girseya cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ketin rê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê bi sedan şêniyên bajarê Tebqa, El-Cirniyê, El-Mensûra, dehan endamên hêzên leşkerî û ewlekariyê ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz û merasîmeke leşkerî ji aliyê QSD‘ê ve dest pê kir.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Ji fermendarên QSD'ê Omîd Gabar axivî û got: "Hemû komployên li dijî gelê me berdewam in. Di demên dawîn de lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser mijara Idlibê hatin kirin, xwestin bi vê yekê çeteyan biparêzin û şer ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bibin. "

Gabar di berdewama axaftina xwe de got: "Em xwediyên vê erdê ne û em xwedî projeyek mirovî ne û em dest jê bernadin. Eger êrîşî me bikin em ê bi deh gavan êrîşî wan bikin û em dest ji bostek xaka xwe ya pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ebdulrezaq axivî û got: "Şehîd ew xwediyên giyanên pak in û xwîna wan pîroz e. Ew in xwediyên peyama azadiyê û biratiya gelan e.".

Her wiha hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Asya El-Xerbî axivî û ev tişt anî ziman: "Bi têkoşîna şehîdên xwe em ê rêya berxwedanê ji bo avakirina civakek demokratîk û azad bidomînin. Şehîdên me bi fikrê demokratîk û azad bawer kirin û çek rakirin û li hember hemû şêwazên zulmê serî hildan û canê xwe feda kirin."

Piştre wesîqeya şehdatê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de gerseya gel cenazeya şehîd di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA