Xebatên roja duyemîn a komcivînê bi dawî bûn

Çalakiyên roja duyemîn a komcivîna navnetewî ya 'Qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Efrînê' piştî pêşandana belgefîlmek girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê û nêrîna hiqûqnasan û şahidên zindî bi dawî bûn.

Xebatên roja duyemîn a komcivînê bi dawî bûn
3 kanûn, 2018   17:01

QAMIŞLO

Xebatên roja duyemîn a komcivîna navdewletî ya "Qirkirina nejadî û gurhertina demografî li Efrînê" piştî rûniştina sêyemîn a der barê aliyê leşlerî, dîrokî û aborî yê de û şûn de bi pêşandana belgefîlmekî li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî Efrînê bi dawî bû. Belgefîlm ji hêla Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk ve hatibû amadekirin.

Di belgefîlmê de şahidên hiqûqî û zindî ku rastî zulma artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine şahidetiyên xwe vegotin.

Xebatên komcivînê dê sibe bi dawî bibe. Di rûniştinên sibe de dê aliyê hiqûqî û hewldanên qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Efrînê werin nîqaşkirin, her wiha encamnameya komcivînê were eşkerekirin.

(şx)

ANHA