‘Dewleta Tirk di serî de aboriya Efrînê kir hedef‘

Çeleng Umer û Xesan El-Yûsif diyar kirin ku pêşketina 5 salên dawî di aliyê aborî de li Efrînê pêk hatine bingeha sereke ya girêdana gel bi xaka xwe ve ye û detnîşan kirin ku pêşketinên bi bin banê Rêvebeiya xweseriya Demokraîtk derfetên kar ji welatiyan re peyda kir.

‘Dewleta Tirk di serî de aboriya Efrînê kir hedef‘
3 kanûn, 2018   16:21

QAMIŞLO

Xebatên komcivîna navdewletî ya der barê qirkirina nejadî û guhertina demgorafî li Efrînê di roja duyemîn de didome. Rûniştina sêyemîn a girêdayî aliyê aborî yê qirkirina nejadî. Rûniştina sêyemîn ji aliyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed ve tê birêvebirin, di rûniştinê de mamoste Çeleng Umer û Xesan El-Yûsif semîner dan.

Di semînera mamosteyê aborî Çeleng Umer de hate gotin: "Di encama aloziya Sûriyê ya salên dawî de tiştekî ku bêje ‘Aboriya Sûrî‘ nema. Ji ber ku rola saziyên aborî yên hikûmetê û qanûnên rêxistinkirina kar û berhaman nema, li beramberî wê aboriya aliyên ne hikûmî pêş ke."

Çeleng Umer destnîşan kir ku li herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê de ma binsaziya aboriyê wekî xwe ma û wiha anî ziman " Li herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê de asta aborî û xizmetguzariya giştî paş ket, her wiha gelek bazirganî derketin.  Her wiha aboriya herêmên di bin serweriya komên çekdar de bi aboriya dewletên derdorê ve girêdayî bû, li gel wê alozî û hilweşandina bingeha aboriyê, dizî û talankirin li pêş ket, ji ber serweriya bazirganên şer û çek û tinebûna qanûnê."

Umer bal kişand ser rewşa aborî li herêmên Rojava piştî sala 2012‘an ango dema herêmê ji destê rêjîma Sûriyeyê derket û wiha anî ziman " Li herêmên Kurdî rewşa aborî heya astekî baştir bû, ji ber ku aliyê ku bi mijara aborî de bibin eleqedar hebû, ev sazî jî pê bawer û dirust bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî vekişandina saziyên dewletê sîstemek aborî da rûnişatandin, di heman demê de kêmasiyên ku di salên derbasbûyî de derketibûn sererast kir, ji ber vê yekê ev cih bibû ya herî bi ewle ne tenê ji bo niştecihê wê, di heman demê de ji bo welatiyên Sûriyê yên ku ji ber şer direvin."

Çeleng Umer destnîşan kir ku li Efrînê ji sala 2012‘an ve bi kedeke xweser gavên girîng di aliyê aborî, xizmetguzarî û pêşxistina rewşa jiyanî de hatin avêtin û got" Destpê bi armanca rêgirtina li pêşiya bêkarî, koçberî û lewazbûna bazarê proje hatin avêtin. Rexmî êrîşên komên çekdar û amabrgoyê bingeha sîstemeke aborî hate dayîn û bi derfetên xweser gavên baş hatin avêtin."

Umer berhemên xwezayî, binerd û xizmetguzarî û rewşa aborî li Efrînê piştî sala 2011‘n bi bîr xist û wiha domand "Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk dikarî derfetên kar ji bi hezaran welatî û bi fonên baştir li beramberî hrêmên din ên Sûriyê peyda bike. Her wiha zemîna pêşxistin û geşketina hemû beşên aborî danî. Di nava 5 salan de bi hezaran projeyên aborî hatin vekirin. Êdî kantona Efrînê veguherî herêmeke ji bo razimanî û kar ku gelek kesan xwe lê girtin. Tevî êrîşên komên çekdar û ambargoyê kantona Efrîn bi derfetên xweser gavên mezin di her beşên aborî de avêt."

Çeleng Umer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêşketina aborî li Efrîn di 5 salên dawî de bingeha sereke ya girêdane gel bi xaka xwe ve bû û wiha pêde çû: "Bingeha aborî û cûdabûn û zêdebûna berheman, her wiha rola rêxistinî û rêveberinê hemû aktorên peydakirina derferên kar ji welatiyan re ne. Di demekê de ku li bajarê Efrînê geş  dagirkeriya Tirkiyê û komên girêdayî wê êrîşîkirin. Di serî de aboriya kantonê kir hedef, dizî û talanîkirin, da ku hêmên mayîna gel li ser Efrînê têk bibin."

Ji aliyê xwe ve Xesan El-Yûsif doxtorê aborî û hevserokê Meclisa Sivîl ê Dêrazorê behsa aboriya Efrînê û girîngiya herêmê di warê aborî de kir û bi awayekî berfireh qala xwezaya Kantona Efrînê û armanc û timayên dewleta Tirk a dagirker ji kanton kir.

El-Yûsif bal kişand ku piştî bidawîkirina nirxandina lêkolînê û naskirina dijwarbûna rewşa ku Herêma Efrînê gihaştiyê di encama siyasetên qirkirina nijadî, mezhebî û guhertina demografîk û asta xeteriya wê li ser civakê bi giştî û bi taybet rewşa aborî, ev nayê wateyê ku tiştek neyê kirin, lê belê divê gavên rastîn li hember dewleta Tirk a dagirker werin avêtin.

Li vir me rêzegavên ku mirov dikare wekî wesyet ji bo lêkolînê destpê bike, bibêjin

1-   Divê li her welatekî ewropayî sendoqek alîkariya madî an jî sendoqa parastin eger derfet hebe werin avakirin. Erka wan sendûqan komkirina alîkariyên madî ye û wê ji şêniyên Efrînê re ku li kampan dimînin re bişînin weke temwîlek darayî heta ku rêyên çareseriyê werin dîtin.

2-   Divê aliyek an jî rêxistinek fermî were avakirin. Erka wê belgekirina hemû binpêkirinên qirkirina nijadî, mezhebî û guhertina demografîk ên ku li Efrînê rû dane û hîna jî rû didin. Ev rêxistin ji k akademîsyênên ku dikarin bi çend zimanan raporan û lêkolînên pêwîst girêdayî rûdanên li Efrînê pêk tên amade bikin da ku weke kaxiza zextê li civaka navdewletî û rêxistinên wî bi kar bînin.

3-   Bi armanca kêmkirina nîşaneya paşdeketina geşpêdanên mirovî bi taybet yê Herêmê, divê xwendekarên ku koçberî bajarên din bûne teşwîqî xwendinê werin kirin.

4-   Divê hemû şêniyên resen ên ku hewl didin li Herêma Efrînê bimînin, rêgeza xwetêrkirinê ji zeviyên xwe pêk bînin weke rêyek ji bo sekinandina li hember qirkirina nijadî, olî û guhertina demografîk.

5-   A herî dawiyê divê em bi awayekî cidî li rex gelê Kurd li hember hewldanên qirkirina nijadî, olî û guhertina demografîk  bisekinin.

ANHA