Şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD spartin axê

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSDê yên li Dêrazor û herêma Cizîrê şehîda bûn, spartin axê. Di merasîmê de her wiha nasnameya Gêrîlayê HPG Gernas û şervanê QSDê Cerah hatin ragîhandin.

Şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD spartin axê
Şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD spartin axê
3 kanûn, 2018   15:58

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD ê Ûbeyda El-Feyad (Macid), Nezîr Mûsa (Serhed Hesekê), Sedûn Derwîş (Behrem Hesekê), Mehmûd Izo (Dijwar), Mihemed Dahir (Bahoz), Ehmed El-Şahid (Sîpan) ên di hemleya têkirina DAIŞ ya Dêrazo û ên li Hol û Til Bêder dema li ser erkên xwe bûn şehîd bûn bi merasîmek bi heybet spartin axê.

Girseya Gel cenazeyê şervanan ji Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîda Dijwar a li gundê Dawidiyê ve derketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milên xwe kirin û bi diruşmeyan heta goristanê meşiyan.

Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen, li ser navê QSDê Birûsk Hesekê û li ser navê Kongreya Star Rîm Mehmûd axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku deskeftiyên herêmê bi saya ked û tekoşîna şehîdan hatiya bidestxistin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan sicîlê hemû şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girsaya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.

ANHA