Hêzên dagirker li Efrînê welatiyek din revandin

Dagirkerên Efrînê welatiyek din revandin û mal û milkên wî desteser kirin.

Hêzên dagirker li Efrînê welatiyek din revandin
3 kanûn, 2018   14:52

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane welatiyê bi navê Xelîl Elî Xalid (57) dema ji gundê xwe Basûtayê diçû bajarê Efrînê da ku berhemên zeviyên xwe bifroşe ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate girtin.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê berhemên zeviyê Xelîl û erebeya wî desteser kirin û ew birin cihekî ne diyar.

ANHA