Şêx Xeznewî: Tirkiye bi navê ol êrîşî gelan dike

Îmamê Navenda Vejandina Sunî ya Nerwêcê Dr. Mûrşid Maşûq El-Xiznewî, got dîrok rûpela herî kêrît e ya ku Erdogan û Tirkiyê diparêze.

Şêx Xeznewî: Tirkiye bi navê ol êrîşî gelan dike
3 kanûn, 2018   14:44

QAMIŞLO

Xebatên Komcivîna Navdewletî 'Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê' di rûniştina xwe de ya duyem de ya têkildarî binpêkirinên çandî û dîrokî berdewam in. Girêdayî mijarê Dr. Mûrşid Maşûq El-Xiznewî îmamê Navenda Vejandina Sinî ya Nerwêcê beşek vîdyo şand ku tê de diyar dibe çawa Tirkiye  ol weke stare ji kiryarên xwe re bi kar tîne.

Dr. Mûrşid Maşûq El-Xiznewî got:"Dîrok rûpela herî kêrît e ya ku Erdogan û Tirkiyê diparêze. Ev dîrok bi rêze binpêkirinên li dijî mafên mirovan, qirkirna etnîk û nijadperestî li hemû herêmên ku ketina bin serweriya Tirkiyê hatiye girêdan. Her wiha bal kişand ku Tirkiye ji bo xapandina neteweya Îslamî ol bikar tîne da ku li hember hebûna Kurd bisekine."

ANHA